AMED – YCWK, ragihand ku li sê noqteyên Amedê li dijî şebekeyên maddeyên hişber û beramberê kesên ku bi dijmin re hevakarî dike, çalakî li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
Çalakiyên yekîneyên me yên YCWK’ê li 3 noqteyên cuda yên Amedê: 10’ê Cotmehê saet 23.20’an li ser rêya Amed/Çinarê li kozika aîdî şîrketa lêgerîna petrolê çalakiyek hate lidarxistin. 11’ê Cotmehê saet 00:40’î li dijî navenda perwerdehiya gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê/Bağlarê çalakiyek hat lidarxistin. 11’ê Cotmehê saet 01.50’î li Amedê li Taxa Kayapinar Îplikê li dijî mala kesê bi navê Mîkaîl ê ku hat tespîtkirin tiryakfiroş û fuhûşê dike çalakiyek hat lidarxistin. Li her derê û her kesê ku hewl bide ciwanên Kurd bi jehrê bixe û bi dijmin re hevkariyê bike, hedefa me ye û bi tundî wê were cezakirin.
Bijî YCWK