BAŞUR AFRIKA – Nûnerên sazî û rêxistinên navneteweyî, rêveberên saziyên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û hunermend ji bo pêngava nû ya ku li ser asta cîhanê ji bo azadiya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka siyasî ya ji bo gelê Kurd hatiye destpêkirin daxuyaniyên piştevaniyê berdewam dikin.
Rêveberê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Afrîkaya Başûr (COSATU) Motlasî Tsubanî, di çarçoveya pêngavê de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku li Îmraliyê rêgezên Mandela yên navneteweyî jî nayên sepandin û ji bo azadiya Rêber APO banga tevlîbûna pêngavê kir.
Tsubanî di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser şert û mercên Rêber APO ên li Îmraliyê. Tsubani da zanîn ku asta tecrîda li Îmraliyê ‘xeternake’ û wiha got: “Bi tevgerên nûjen ên COSATU’yê re ji bo tecrîda li ser Rêberê Kurd, hevrê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî binpêkirinên maf ku tê jiyîn ji holê bê rakirin, em bang dikin ku bi rêgezên Mandela ya ji aliyê qada navneteweyî hatiye qebûlkirin bê sepandin û dawî li tecrîdê bê anîn. Hevrê Abdullah Ocalan Rêberê PKK’ê ye. Gelê Kurd ji bo azadî û rizgariya ji mêtingeriyê hê jî li ber xwe dide.
Abdullah Ocalan ji ber raman û gelbûna wî ji bo dewleta Tirk weke gefeke mezin dihate dîtin ev komplo hate pêş xistin. Di sala 1999’an de ji bo ku hevrê Nelson Mandela bibîne ketibû rê, hate binçavkirin û piştre hate girtin. Armanca vê yekê qelskirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna wê bû. Lê ev plan têk çûn. Hevrê Abdullah Ocalan bi hevrê Nelson Mandela re xwedî jiyaneke siyasî bû. Parêzerê Mandela Essa Moosa diyar kir ku tecrîda li ser hevrê Abdullah Ocalan ji ya Mandela jî girantir e. Di mîtînga li Elmanyayê de hevrê Mandela ev peyam da: “Em dizanin ku li welat zilm tê çi wateyê. Em êşa jineke ku zarokê wê winda bûye dizanin. Em dizanin ku çand û nijada mirov dema tê binpêkirin tê çi wateyê.” Gotinên hevrê Mandela di şibihandina navbera Afrîkaya Başûr a di bin rejîma Apartheidê de û gelê Kurd ku ên di bin desthilatdariya Tirk de ji bo wekhevî, edalet û aştiyê têdikoşe derdixe holê. Van îdeal gerdûnîbûna COSATU diyar dikin.
Ji ber vê yekê COSATU ji bo azadiya hevrê Abdullah Ocalan û têkoşîna mafdar a gelê Kurd erka exlaqî li ser hemû tevgerên pêşverû yên Afrîka û cîhanê ferz dike. COSATU têkçûna rejîma apartheidê di encama yekitiya navneteweyî de dibîne. Hemû cîhan ji bo azadiya Mandela li ber xwe da. Bi avakirina yekîtiyê heta azadiyê meşiyan. Ji ber vê yekê em bang li sendîka, dewlet û hemû tevgerên nûjen ên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Gotinên têkoşîna me an jî weke hevrê Nelson got, ‘Ez parçeyek ji berxwedana Kurda me. Ez yek ji we me’. Em dibêjin demildest Ji Abdullah Ocalan re azadî!”