ŞEHBA – Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên herêmê li kampa Berxwedan hatin cem hev û 29 endamên asayîşê yên di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Akademiya Şehîd Nisrîn a gundê Hemzebeg a bajarê Dêrikê de şehîd bibûn, bi bîr anîn.
Beriya ku çalakiya bîranînê destpê bike, ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre ji bo 29 şehîdan mûm hatin pêxistin.
Li ser wate û girîngiya rojê li ser navê jinên ciwan Sendî Reşîd axaftinek kir. Reşîd bi bîr anîna 29 şehîdên asayîşê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku îradeya jinên ciwan ti carî bi êrîşên li ser Rojava nayê şikandin û weke jinên ciwan wê li hemberî van êrîşan her tim xwedî refleks bin. Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de bang li ciwan û jinên ciwan kir ku bîranînên şehîdan biparêzin û bang li jinên ciwan kir ku li qadan li dijî êrîşan têbikoşin.
Bîranîn bi dirûşmeyên ji bo şehîdan hatin berzkirin bi dawî bû.