ŞEHBA – Îro li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê, nameyên şehîd Rojhat Zîlan û şehîd Erdal Şahîn, ku çalakiya fedayî li Enqereyê li dijî artêşa tirk a dagirker pêk anîne, ji ciwanan re hatin xwendin. Di nameyê de asta fedekarî û pîrozbûna tekoşîna mezin ji bo Rêber Apo û gelê kurd a van her du hevalan hat nîşandan, her wiha xwedîderketina soza ku van herdu hevalan ji bo Rêber Apo û şehîdan daye hat nîşandan. Xwendina nameyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û bi silogana “Şehîd Namirin ” bi dawî bû.