MEXMÛR – Serê sibehê saet di 09:25’an de balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk bombe li malek li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) barand.
Li gorî agahiyan di encama êrişê de jinek bi navê Eyşê Mihemed Ehmed (50) birîndar bûye.
Xelkê wargehê li ber derê nexweşxaneyê rawestiyaye. Di van kêliyan de şandeyek lêkolînê ya rayedarên Iraqê li cihê bûyerê ne.