REQA – Tevgera Ciwanên Reqqa îro beşdarî merasîma oxirkirina sê şehîdên Hêzên Têkoşîna Narkotîk û şehîdekî Hêzên Parastina Jin (YPJ) ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê ve bûn. Li qada Navenda Çandê ya Reqayê konê sersaxiyê hat vedan û bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn herikîn ber konê ku tê de wêneyên şehîdan û wêneyên Fermandar Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan, li ser navê tevgera ciwanên Reqayê Mazlûm Hemo axaftinek kir û di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.