NAVENDA NUÇEYAN
https://www.nuceciwan128.xyz/ku/taybet-biranina-qada-berxwedan-ya-werxele-besa-2/
Ez bêjim yanî hinek carnan ew pir bandor dikir. Heger carnan min nobet bigirta û ez birçîbûma yanî heval tu carî ne dihîştin ku tu ew hîsbikî. Ev dihişt ku em xwe li ser piya bigirin. Yanî ev bi xwe li hemberî vî dijminî moralek e. Ji ber em tu carî bê moral nediman. Moral li ser jiyanê pir bandor dike. Bi taybet jî ev şerê ku îsal hat meşandin…
Îsal, par taybeî hevalên gênc ev şer didin meşandin. Mirov dikare wisa bibêje. Hevalên ku Werxelê bi xwe jî cî digirtin hevalên gênc bûn. Hevalê me yên erazî piranî gênc bûn. Yê rastî fermandarî û pêşengtî dikir gêncin hemû. Yên ku şer bi rêve dibe yê ku ewqas li hember çek û êrişên hewayî disekine hemû ev hevalên gêncin. Bi rastî pir hevalên me yên gênc yê fedayî li hemberî vê dewletê şerkirin û gihiştin şehadetê.
Heval Fedaî, hevalekî Ereb bû. 23 salî bû. Bi rastî hevalekî gênc, hevalekî pir germ bû. Navê xwe fedaî bû. Hevalekî ji Reqayê bû. Heval ji derve hate sûîkastkirin. Heval destpêkê birîndar bû ama tenê ji bo nekeve dest şehîd dikeve. Yanî li hemberê vî dewletê ev ruhekî fedaî ye. Hevalekî Kurd e hevalekî Ereb e ama ji bo vî gelî, ji bo vê axê şer dike. Çima? Ji ber dizane serkeftina vî şerî wê bi xwe re serkeftinê şerê gelên din jî bîne. Yanî di vê astê de ye.
Şer di Kurdistanê de, niha di wan çiyayan de tê kirin lê tenê hevalên me yê pir Tirk ji di wan şeran de bi awayekî fedaî şerkirin û şehîd jî ketin. Hevalên me yên enternasyonal eynî wisa. Ê ev bi xwe jî bandorekî mezin çêdike. Ev dijmin pir hêrs jî dike. Ji ber piranî heval gêncin. Ew bi xwe dibînin yanî pir hevalên ku tên beramberê wan şehîd dikevin hemû hevalên gêncin. Lê bi rastî yê ku dihêle ev şer biçe, yê ku dihêle ev şer bi serbikeve yek ji kaynakê xwe jî ev. Heval Fedaî jî di Werxelê de şehîd ket. Hevalekî Ereb bû gênc bû ama ama bi rastî jî wekî navê xwe fedaî bû.
Di Werxele de ji bo em bi ser bikevin, tenê wê demê mermî teqandin, li hemberî vî dijminê têrî nake. Di vî şerî de tevî ku ewqas kîmyasal bikaranîn lê dîsa heval pirtûk dixwendin, heval dîsa di nav ewqas kîmyasal de pirtûkên Rêbertî bernedidan. Yanî dixwendin û digotin çi dibe bila bibe yê kû dihêle şer bi ser bikeve wan pirtûkên Rêbertî ne. Ev jî bi xwe bandoreke pir mezine. Heger îro wan hevalên fedayî di nav ewqas kîmiyasal de, di nav ewqas teqemeniyên mezin de pirtûk tê xwendin girêdabûyìna me diha zêdetir dibe.
Ew dihêle ku mirov diha zêdetir li hember vî dijminê şerekî dijwar bide meşandin. Ez bêjim wisa bi awayekî wiha şer dihat meşandin. Dijmin pir zêde zorleme dibû. Tenê ne Werxelê, Şêşaynê, Şkeftên Birîndaran eynî wisa. Hevalên Ertûşê dixwazim mînakekî ya wan wiha kurt bidim. Heval 15 rojan di şkeftê de şer dikin. Tenê çaydanekî hevala heye. Her rojê heval kevçiyekî av vedixwin, her hevalek tenê kevçiyek av vedixwar çima ji bo qirikê hevalan şil bimìne. Bi çaydanekî vî sengerê diparêzin. Yanî bi çaydanekî av vê sengerê diparêzin. Tenê ji bo nekevin destê dijmin de ev bûne. Yanî bersiva herî mezine. Ger ew Dewleta Tirk bûya wê deh caran birêvîbûna. Wê berdaban, wê biçûna. Û helbet berdidin û direvin jî, nikarin li ber xwe bidin. Yanî herî zêde bila 15 rojan bimînin. Newêrin, ditirsin. Psikolojiya wan xirab dibe. Ji hevalan hemû ditirsin. Li daristanê de li her derekî mêze dikin dibêjin belkî gerîlayekî li benda wan be. Ji bo wê hemû darên li wî çiyayî jêdikin. Hatine vê astê ji darên me ji, kevirên me ji, her tiştên me ditirsin. Yanî psîkolojiya wan di wê astê de ye.
Nikarin li ber xwe bidin. Me bi xwe digot; wan çiyayên asê zaten ancex Êgîd û Zîlanan di nava xwe de bihewîne, tu caran nikare wan însanên ku rastî bê edaletî dikin, însaniyet bi wan re nîne hatine vî şerî dikin, tu caran ew çiyayên asê wan nahewîne. Rastî jî wisa ye. Şerekî pir dijwar dihat meşandin. Rojê belkî herî kêm ew dijmin 30 caran, 35 teqemenî dikir. Rojê de 50 caran kîmyasal bi kar tîne û ev tişt televiziyon dernaxe û înkar jî dike. Îro gerîla li ber xwe didin, pêwîste piştgirî hebe. Ev şer em dibêjin; Şerê Gelê Şoreşgerî ye.
Îro gerîla li serê wan çiyayan şerdikin û yên ku li hemberî wan çekên kîmyewî çekin wê ewqas bandora xwe jî li ser gerîla çêbike û helbet wisa ye jî. Rastî bi awayekî pir giran bi kîmyasal û teqemenî, termeobarîk, gelek teknîk dide şixulandin. Çima? Ji bo wan hevalan dest bigre, ji bo wan hevalan şehîd bixe û bigihêje encama xwe. Lê wisa nebû. Mînak em bêjin di Şehit Şahîn de, heval Bager, heval Avzem, heval Şerzan, heval Arîn hemû hevalên gênç bûn. Heval Avzem 23 salî ye. Heval Şerzan 25 salî ye. Hemû gêncin û bi ruhekî fedaî ji ber ku derfetê hevala yê jiyankirinê pir kêm dibe, dixwazin bibin simbol. Her çar heval dikevin hundirê dijmin û xwe diteqînin.
Ev fedaîbûneke di astê herî jor de ye. Ev taktîkê dijmin hemû vala derdixe. Her çar heval bê ku teredût jiyan bikin xwe bi dijmin de diteqînin. Bi rastî ev heval ji bo me bûn weke sembolek. Raste em pir bandor dibin, dema hişê wî dikeve, dema perçek ji canê wî dikeve, lê rastî jî ev ji bo me bû sembolek. Ji bo me bû talîmat ku bikaribin vî şerî ser bixin. Bikaribin bibin şopdarên wan hevalan û heya astê herî jor de em şer bikin. Wisa jî bandoreke pir mezine. Li ser dijmin jî pir bandorê xwe dike. Ew sûrecê ku heval çalakiya fedaî kirin, ji tirsa tu der nema lê nedan. Beramberê top û baranê, yanî wisa şerekî bi vî awayî didane meşandin.