EFRIN – Êrîşên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên me bê navber berdewam dikin. Di van êrîşan de bi taybet gelê me tê hedefkirin. Li hember van êrîşan çalakiyên me yên bersivdayînê jî berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de:
- Di roja 9’ê Cotmehê li bajarokê Babê hêzên me çalakiyeke taybet lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin, leşkerek û 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî birîndar bûn. Her wiha seyareyek jî hate îmha kirin.
- Di roja 11’ê Cotmehê de jî hêzên me çalakiyeke taybet li baregeha Dabiq a Ezazê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn û seyareya bi tîpa Eqreb hate îmhakirin.
- Di heman rojê de çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dewleta Tirk êrîşê gundê Medûnê yê girêdayî Şehba kirin. Hêzên me bersiva pêwîst dan û hewldana êrîşê têk birin. Di encamê de 3 çete birîndar bûn.
- Di 12’ê Cotmehê de hêzên me careke din çalakiyeke taybet pêk anîn. Çalakiya şervanên me baregeheke din a artêşa Tirk a dagirker li bajarokê Ezazê kirin hedef. Di encama vê çalakiyê de leşkerek artêşa Tirk a dagirker hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Dîsa di heman rojê de li xeta Ezazê bi çalakiyeke sekvanî çeteyek hate kuştin. Di heman rojê de baregeha artêşa Tirk a dagirker ya Enabkê ku girêdayî navçeya Şera ye hate hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de jî 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.
Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de, 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 2 çete hatin kuştin, 8 leşker û 6 çete jî birîndar bûn û seyareyek tîpa Eqreb hate îmha kirin. Em careke din diyar dikin ku heya dagirkerî li ser xaka me hebe û êrîşên di asta qirkirinê de dewam bikin, wê çalakiyên me jî dewam bikin.