QENDÎL – Ciwanên herêma Raperîn a Herêma Kurdistana Iraqê li dijî komploya li ser Rêber APO çalakiyek li dar xistin. Ciwanên Welatparêz ên herêma Raperînê ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêber APO li çiyayên Qendîlê li hev civiyan û daxuyaniyek dan.
Endamê Ciwanên Welatparêz Dylan Rebwar daxuyanî xwend û wiha got:
“Armanca vê komployê têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û tinekirina hêviyên azadiyê ye.
Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dijmin ji bo têkbirina vê têkoşînê û radestkirina Rêber Ocalan bi berdewamî xebitiye, lê belê Rêber APO ti carî teslîm nebû, ji ber vê yekê Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û xistin girtîgehê, ji ber vê jî dijmin di vê komployê de bi ser neket û her ku diçe lawaz dibe. û her roj lawaztir dibe û dixwaze bi êrîşa li ser gelê me rastiya têkçûnên xwe veşêre.
Ji bo têkbirina komployê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û soza berdewamkirina rêya Rêber Apo û gihandina lûtkeya têkoşîna xwe di çarçoveya têkoşîna gelê şoreşgerî de bidin.”