https://www.nuceciwan128.xyz/ku/taybet-biranina-qada-berxwedan-ya-werxele-besa-3/
Yanî me got eger Rêbertî wisa be pêwîste em 10 qatan bin ku ji bo Rêbertî ji girtîgehê derxinin. Pêwîste çibe bibe jî, em bikevin jî, em xwe li ser piyan bihêlin. Me hin zêdetir Rêbertî wisa di hundir hisdikir. Heval digotin me Rêbertî dîtiye hatiye şikeftê. Yanî xewnên wisa me didît. Bi rastî niha mirov hîs dike bandoreke wisa çêdike. Taybet wekî hevalên jin em behsbikin ku di vî şerî de jî dihêle, ê pêşengtiya vî şerî dike hevalên jin in. Bi rastî di her derî de wisa ye. Mînak, di di her derî Kurdistanê de wisa ye. Yê ku dihêle ev pêşengtî were kirin hevalê jin in. Yê ku dihêle ev şer bigihêje zaferê jî yek ji xwe jî hevalên jin in. Ev bi saya Rêbertîye bi rastî.
Em 6 hevalên jin di Werxelê de bûn. Yê ku bi rastî pêşengtiya vî şerî dikir em hevalên jin bûn. Ev Dewleta Tirk bi xwe jî ditirsand. Carnan jî me bi zanebûn tilîlî lê didan ji bo ku bitirsin. Ê ev tirseke pir zêde di hundirê wan de dida avakirin. Lê rastî rolê hevalê jin di vî şerî de pir girîng bû. Mîna heval Helbest hebû, fermandarê şer bû. Rêveberiyê me bû, lê bi rastî şerê ku dikir mînak bû. Li hemberî vî dijminê bê teredût şerdikir. Hevalên din jî eynî wisa; H. Zeryan hebû, H. Adar hebû. Bê teredût li hemberî vî dijminê şer dikirin. Ev bandoreke pir mezin çêdike li ser dijmin û li ser me bixwe jî çêdike. Hevalên xort pir zêde hîs dikirin jî. Ev şer ji ber bi pêşengtiya jin bû. Tepê Hakarî de H. Azê bi tena xwe mehekî şer dike di tunelê de û şehîd dikeve.
Yanî H. Azê 6 heval li kêlek wê şehîd dikevin. Heval tenê dimîne. Heval dikin nakin dernakeve. Tevî ku her şeş heval li rex wê şehîd derneket. Ji bo yansima nebe bi cîhaz diaxive û dibêje rewşa hevala başe. Dibêje heval hemû di mewziyan de ne. Yanî ev bîle îradeyeke û girêdanbûyîneke. H. Azê heya mehekî bixwe tenê ye, bê ku teredût jiyan bike meheke sax li hember ewqas esker li hember dewletekî tenê xwe şer dike. Wisa ta dawî digihêje şehadetê. Ev rihekî fedayane dixwaze. Heya dikaribe vî şerî bide meşandin. Bi taybet weke jinekî ew hêz dI xwe de dîtiye û bi îdeolojiya Rêbertî ve girêdaye. Tevî her 6 heval li kêlek wê dirêj kirîne şehîdin, lê bi tenê serê xwe bi dijmin re şer dike. Dijmin jî tu car jî nizane ku bi tenê serê xwe ye. Her wisa dizane ku tîmek heval di hundir de ne. Carna di vî derî re lê dide carna di wî derî re lê dide ji bo neyê ferqirin. Ew heval tena xwe wisa digihêje şehadetê. Bi rastî ev ji bo hevalê jin, ji bo me bixwe semboleke. yanî wisa gihiştina şehadetê. Fermandarekî şer bû bi rastî H. Azê.
Wekî din wisa şer bi awayekî pir giran dihat meşandin. Li her derî wisa bû, ji ber zêde kîmyasal dida şixulandin. H. Baz hebû ji Amedê bû. H. Baz ji kîmiyasalê bandor bû. Ez bawerim her kes vê videoyê dîtiye. Ger dîtina vê vîdioyê ewqas zehmet be mirov dema pêre jiyan bike wê hîn bi êş be û zehmet be. Me bixwe dema heval wisa didît me digot bila ev canê me biçe, ruhê me biçe û bila ew heval rabe. Bila em şûna wî bana. Yanî di vê astê de dijmin ewqas dijminekî vahşe. Heval ew qas bandor bibû. Dijmin wan sûrecan de deha zêdetir kîmyasal bi kardanî. H. Baz 3 rojan li erdê ma, bi kîmyasalê bandor bibû. Heval 157 caran qirîz derbas kir. Heval roja duyemîn şehid dibe. Lê ji bo heval jiyan bike heval me pir li berxwe dida. Berxwedaniya heval a ku dixwaze jiyan bike, dixwaze dîsa rabe vê jiyane pîroz de li hemberî wan eskeran şer bike. Heval 3 rojan di wî halê xwe de ma. Ew li ser me pir bandor kir. Rastî jî ewqas berxwedayîn, ewqas qirêzan derbas kirin, ewqas westiya dîsa ne dixwest şehîd bikeve. Lê roja sêyemîn heval gihişt şehadetê.
Hevalekî ji Amedê bû. Heval di şerê Rojava de jî pir ma. Piranî şer de ma ye. Hevalekî ez bêjim bi rastî jî şerkir. Hevalekî fedayî bû H. Baz. Bi rastî her xeyalê wî bû; her digot wê rojêk were Werxelê bistînin û emê ala PKK wisa ser ve daleqînin. Wi jî ewqas li ber xwe dida ku şehîd nekeve. Bi êşbû bi rastî. Me pir cara ji bo heval nedikarî xwarin bixwin. Ji ber em hemû di mangeyekî de diman Heval Baz jî gel me bû. Gel me dirêjkirî bû. Ji ber heval wisa bû pir caran em birçî dibûn. Me halê heval didît me nedikarî xwarin bixwara. Ji ber hevaltiye, tu bixwazî nexwazî hevalekî kêlekê te dirêjkirî ye tu nikarî…
Ji ber H. Baz ji çay pir hez dikir. Tê bîra min me yek heval çay venexwar. Ji ber ku heval wisa bû me çay venedixwar. Bi rastî hevalekî di jiyanê xwe de, di seknê xwe de, di şerê xwe de mînak bû. Heval heya 3 rojan wisa ma di dawîde ji ber sebebên kîmyasalê heval gihişte şehadetê. Pir ber xwe da. Berxwedaniya vî hevalî me hêz digirt. Çima? Me digot ewqas li berxwe dide ji bo rabe li hember eskera şer bike. Çi dibe bila bibe pêwîste li hemberî van em şer bikin. Yanî pêwîste em tola vî hevalî rakin. Ji ber xeyalên heval bi rastî jî pir mezin bû. Hêviyên heval pir mezin bûn. Di vê astê de bû. Şehadetê vî hevalî pir bi bandor bû ji bo me bixwe. Lê ya girîng mirov tola wan rake. Mirov bikaribe bibe bersiv ji xeyalê wî.