QAMIŞLO – Îro li taxa Enterîyê ya bajarê Qamişlo, di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, di çerçoveya kampanya nû ya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de meşekî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hate lidarxistin. Bi beşdarbûna dehan ciwan û gelên heremê re meş hat destpêkirin. Di meşê de alên Rêber Apo û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan û siloganên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berz kirin. Meş li Cirnikê dest pê kir û li çarxereya Enterîya bi dawî bû.