BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî taybetmendiyên kesayeta sosyalîst a ku di kesayeta Rêber APO de şênber bûye, pêşketina pratîkî ya di kesayeta teoriya Rêber APO û civakbûna wî de, ji ANF’ê re axivî.
Nirxandinên Dûran Kalkan bi vî rengî ne:
Mijara me, taybetmendiyên kesayeta sosyalîst e ku di Rêber Apo de şênber bûye. Yan jî wisa tê pirsîn: Girêdana di navbera sosyalîzm û Rêber Apo de çi ye?
Mirov dikare bersiveke teorîk a giştî bide vê pirsê; mirov dikare taybetmendiyên kesayeta sosyalîst, pey hev bi hejmêre. Demokrat e, ji parvekirinê hez dike, azadîxwaz e, wekhevîparêz e, girîngî dide têkîliyên hevrêtiyê, li ser soza xwe disekine, bi pratîk e, mîlîtan e, teorî û pratîkê dike yek… Em dikarin van ji bo Rêber Apo jî hesab bikin. Hemû jî bi aliyekî xwe ve bi rastiyê ve girêdayî ne. Lê Rêber Apo û ev sifat bi temamî ne li gorî hev in. Ji xwe yên ku van sifatan di hejmêrin, pir zêde pêdiviyên wê bi cih nayînin.
Lewaziyek bi vî rengî ya kesên sosyalîst heye. Şûna ku sosyalîzmê weke kesayetekê fêm bikin, weke tarzekî jiyanê û îdeolojiya jiyanekê bibînin, weke teorî dibînin. Hinek tenê li aliyê wê yê teorîk dinêrin. Gotinên cur be cur û nirxandin weke sosyalîzm tên pênasekirin. Hinek jî tenê li aliyê wê yê pratîkî dinêrin. Weke kesayeta mîlîtanî, pratîkî û sosyalîst dibînin. Li aliyê wê yên din temaşe nakin.
Di rastiyê de cewher û kesayeta sosyalîst a girîng çiye, çi nîn e? Taybetmendiyên wê çi ne, divê çawa bin? Kesayeteke sosyalîst û jiyana sosyalîst a hîn rasttir divê çawa be? Rêber Apo çawa bersiva van pirsan dide?
RASTIYA RÊBERTÎ BI JIYANA ZINDÎ RE GIRÊDAYÎ YE
Kesayeta Rêber Apo û meşa wî ya têkoşînê ya 50 salî çawa bersiva van pirsan dide, çawa bersiv da û ji ber vê yekê şênberkirineke çawa çêbû; Lêkolînkirina van pir girîng e. Ji ber ku cudahî hene. Tenê bi van sifatan wiha namîne. Rastiya Rêbertî girêdayî sifatên razber nîn e, bi jiyana zindî ve girêdayî ye. Dîsa, ne perçebûyî lê tevayî ye. Ew ne yek alî ye, hemûyan digire nava xwe. Hem teorî hem jî pratîk. Di Rêber Apo de yekitiya gotin, kirin, teorî û pratîkê tam e.
Yê tiştên dibêje pêk tîne û tiştên dike jî dibêje ye. Tiştên ku nekirine, ti carî nekiriye teorî ne jî kiriye gotin. Tiştên ku wî bi xwe nekiriye, ji kesek din re nabêje bike. Weke hêmana sosyalîzmê nadane holê. Tiştên ku wî kirine û kariye bike, dixwaze hinek kesên din jî wê tiştê bikin. Sozên xwe bi cih tîne. Yanî tiştekî cuda nabêje û cuda jiyan nake, tevger nake. Ev aliyekî bingehîn ê Rêber Apo ye. Esas divê li vir were dîtin. Yekbûnek wisa heye, zindîbûn heye.
DEMA KU GIHIŞT RASTIYA SOSYALÎST, JI JIYANA SÎSTEMÊ QUT BÛ
Li aliyê din Rêber Apo dema gihişt kesayeteke sosyalîst ji sîstemê qut bû. Yanî teoriya qutbûnê girîng bû, esas bû. Her çendî ku ji paradîgmaya desthilatdar-dewletparêz heta salên 2003-2004’an bi temamî qut nebûbû jî, her çendî ku ne gihiştibe asteke ku vê yekê di her astê de fêm bike, pênase bike, bîne rewşa teorî, bername, stratejî, rêxistinê, ji destpêkê ve qutbûneke wî ji sîstema desthilatdar û dewletparêz, siyaset û zihniyeta desthilatdariya mêr heye. Ji jiyana sîstemê qut bû. Helbet qutbûna ji jiyana sîstemê ne li ser bingeheke ku ne xwedî sîstemeke jiyanê ya alternatîf be, ne diyarkirî, bi awayekî rasthatî û bê pîvan tevbigere. Mirov dikare ji jiyana bi rêkûpêk veqete; Dikarî dest ji dibistanê berdî, dest ji karê xwe berdî, dest ji hawîrdora malbata berdî. Gelek kes li derdor vala vala digerin. Lumpenîzm pênaseya îdeolojîk an jî teorîk a vê ye. Yên bi vî rengî gelek in. Ji wan re jî dibêjin kesên bêsîstem. Helbet li cem Rêber Apo qutbûn ne wisa ye. Veqetîna ji sîstemê teqez ne wisa ye. Çi tê de heye? Sîstemeke jiyanê ya alternatîf dihewîne. Dema ku ji zihniyet û pêkhateya siyasî ya ku gelê Kurd tune dihesibîne û dixwaze tune bike qut dibe, xwe dispêre avakirina sîstemeke jiyana nû ya li ser esasê hebûn û azadiya Kurdewarî û taybetmendiyên wê pêş dixe. Jiyaneke bi vî rengî di kesayeta xwe de weke fikir û tevger derdixe holê. Dema ku weke kes ji sîstemê qut bibe, dijî sîstemê sîstemeke alternatîf e, sîstema jiyanê ye. Li vir taybetmendiyeke wiha ya kesayetî heye.
DEMA KU JI SÎSTEMÊ QUT DIBE, DIGIHIJE CIVAKÊ
Eger em bibêjin ev yek li ser çi esasê pêş xistiye, divê mirov vê carek din bibêje. Rêber Apo her tim ev tişt digot; Eger min nekarîbûya kesayeta xwe bi hebûn û nirxên bingehîn ên civaka Kurd re û taybetmendiyên xwe yên kesayetî bi taybetmendiyên civaka Kurd re di asta herî jor de bikim yek, min nedikarî ev qas tiştan bifikirim, ewqas çalakiyan bikim, fikir û pratîkeke wiha pêş bixim. Min nekarî di vê astê de hêza pêşxistina raman û pratîkê nîşan bidim. Dema mirov ji sîstemê qut bibe, bûyîna sîstemeke alternatîf bi girêdana bi civakê re di vê astê de ye. Kesayetiyeke wisa ya civakî ye, lê bi vî rengî civaka nû, civaka azad, civaka demokratîk, jiyana azad, jiyana li ser bingeha azadiya jinê di yek kesayetiyê de şênber dibe û şikil digire. Di kesayatekê de civakek diaxive. Ji bo heval Egîd ev tişt anî ziman. Got, kesayetek e ku di dilê xwe de nûnertiya tevahî gel û civakê dike. Ev yek herî zêde û bi awayekî sîstematîk di rastiya Rêbertî de, di kesayeta Apoyî de, di kesayeta Rêber Apo de şênber bûye. Ev alî ji bo destpêkê girîng e. Yanî divê civakbûn, sosyalîzm û girêdana bi civakê re baş were dîtin. Dema ku ji sîstemê qut dibe, digihije civakê. Dema ku ji desthilatdarî û pergala dewletê qut bibe civakî dibe. Civakeke nû ya li ser bingeha jiyana azad û sîstema demokratîk pêşbînî dike. Civakeke wiha di kesayeta xwe de temsîl dike û taybetmendiyên wê diafirîne.
Çawa ev taybetmendî derbasî pratîkê kirin? Rêber Apo? Pêşketina pratîkê çawa pêk anî?
Destpêkê xwe li ser vî esasî perwerde kir. Ji sîstemê qut kir û kir civakî. Yanî anî rewşa sîstemeke alternatîf. Şoreşeke kesayetî ya bi vî rengî pêk anî.
KOMA APOYÎ BI QUTBÛNEK BI VÎ RENGÎ AVA BÛ
Piştî vê jî qasî pêk anî û fêm kirî, parve kir. Hingî ku ev yek di kesayeta xwe de pêş xist, esas girt ku belavî derdora xwe jî bike. Yanî negot, min pêk anî, bila bi min re sînordar bimîne, ez bibim hêzeke yek kesî. Ji ber ku taybetmendiyên civakê pê re hebûn, pêşbînî kir ku civaka nû û ya xwe biafirîne. Bi vî rengî pêşbînî kir ku taybetmendiyên xwe belav bike. Ev jî bi awayê perwerdekirina derdor, propaganda kirin, belavkirina fikrên xwe û gihandina heqîqetên xwe pêk hat. Ev jî bû sedem ku her kesê weke wî şoreşa qutbûna ji sîstemê, qutbûna ji desthilatdarî û pergala dewletparêziyê bike û bi vî rengî şoreşa kesayetiyê bide destpêkirin. Yanî Koma Apoyî, PKK bi qutbûneke bi vî rengî ava bû. Her çendî paradîgmaya wê hê jî desthilatdarî û dewletê xeyal dikir, lê qutbûna ji hêz û pergala dewletparêz a cîhanî ya ku guh neda û dixwest Kurdên heyî tune bike, dianî. Nikarîbû bi Rêbertiya ku ji wir veneqetiya re bibe yek. Nikaribû bikeve pergala civakî, pergala jiyanê ku bi rêberiyeke wiha temsîl dikir. Di vê astê de nakokî çêbûn. Yan nakokiyên xwe çareser dikir, şoreşa xwe kir, bi Rêbertî re meşiya, yan jî dîsa vegeriya. Kesên bi vî rengî di nava duzenê de hebûn? Gelek hebûn. Ji sala 1975’an û vir ve, yên bi vî rengî derketin. Her tim jî hebûn. Lê gelo yên ku Rêbertî fêm kirin û pejirandin, bi Rêbertî re bûn yek û di asta herî jor de beşdarî civakîbûna Rêbertî bûn, hebûn? Erê. Qasî ku Rêbertî bibêje “ruhê min ê veşartî” hebûn. Hakî Kareran, Kemal Pîran, Mazlûm Doganan û Sarayan bi vî rengî derketin holê. Kemal Pîr got, ruhê Rêber Apo ruhê me hemûyan e. Bi vî awayî tedbîrên şoreşgerî girt. Rêber Apo derbarê Hakî Karer got, “Ew mîna ruhê min ê veşartî bû.” Gelek kesayetên ku kesayeta Rêbertî û kesayeta Apoyî fêm kirine û pê re bûne yek, derketine holê. Em dibêjin yekîtiya ruhî. Hilgirtina ruhekî hevpar. Ev gelekî girîng e. Ji ber vê yekê di wê astê de fêmkirin û beşdarbûna rastiya rêbertiyê hebû.
DI JIYANÊ DE YEKÎTÎ, DI FIKIR Û PRATÎKÊ DE JÎ YEKÎTÎ ANÎ
Îcar Rêber Apo çawa ev mirov anîn vê rewşê? Çawa fikrên xwe bi mirovan da qebûlkirin? Çawa karî evqas bandor bike? Pênc quruş pereyê wî tune bû. Bi alîkariya hin kesên din jiyan dikir. Ti çek û hêzeke wî tune bû. Yanî hêza wî ya madî, malî nebû. Ne hêza wî ya çek hebû û ne jî nav û deng bû. Ti kesê ew nas nedikir, nedizanî, lê kesên ku pê re têkilî danî, heta mirinê bi xwe ve da girêdan. Bi çi? Bi jiyîna bi hev re… Em dikarin bi peyvekê yan jî bi yek hevokekê wiha bersiv bidin. Di jiyanê de bûyîna yek… Yekbûna jiyanê di fikir û pratîkê de yekitiya xwe anî. Wî ev yek hîn wêdetir jî bir. Yekîtiya hest û ruhî derxist holê. Rêber Apo her tim yekitiyeke bi vî rengî esas girt.
Ev kom li ku hat damezrandin? Hakî û Kemal bi hevalan re. Di mala ku ew tê de dima. Bi hev re jiyan, bi hev re man, her tişt bi hev re parve kirin. Her kesî dît ku Rêber Apo çawa jiyan kir. Cihekî taybet ê ayîdê wî nebû. Jiyaneke wî ya taybet tunebû.
Hevalê Xakî malek girt. Wî bi xwe malek girt. Kemal Pîr qet mal negirt. Mesele, wî di nava xebateke şoreşgerî ya hîn zêde gerok û çalaktir de cih girt. Malek bû du mal. Ew li malê dima û piştre diçû. Bi mirovan re jiya. Bi hev re xwarin û vexwarin. Li ku ba, tarzê jiyana xwe diyar dikir. Mirov çawa rûne, çawa rabe, çawa cil û berg li xwe bike? Çi rast e, çi tê pejirandin, çi tê red kirin? Çawa têkiliyan ava bikin, ji hev re rêzgirtin, hezkirin û dilsoziyê çawa çêbikin, çawa ji hev re xizmetê bikin; Wî her tişt bi xwe nîşan da û diyar kir. Di jiyanê de, ne bi gotinê, lê bi jiyankirina rojane, kêliyê û bi hev re, ev yek nîşan da. Li kuderê kêmasî û xeletiyek didît digot, ev xelet e, ya rast ev e, divê rast were kirin. Her tim rexne dikir. Ev rexne ne bi tarzê ku kesê li hemberî xwe mehkûm bike bû, lê bi tarzê ku ew perwerde kir û ber bi rastiyê ve dikişand bû.
SOSYALÎZM WEKE TARZEKÎ JIYANÊ PÊŞBÎNÎ KIR
Rêber Apo hewl da çalakiya rêxistinî ya sosyalîst bi pêş bixe, di vê çalakiyê de sosyalîzm weke nêrîn, rewşek derûnî, felsefe, çarçoveyek teorîk girt, weke xeteke bîrdozî-polîtîk nirxand, lê di esasê xwe de hewl da ku sosyalîzmê wekî şêwazek jiyanê pêş bixe. Têkiliya nû ya civakî û mirovî derxist holê. Wî ev yek di kesayeta xwe de afirand. Li ser vê bingehê derdora xwe jî perwerde dikir. Li ser vê bingehê hevrêyên xwe perwerde kir. Li ser van pîvan û hêmanên civaka xwe ava kir. Her tim wiha bûye. Ji derveyî vê ti jiyana wî tune bû.
Gelek derdorên din sosyalîzmê dibêjin, lê pratîka wê ji hev cuda dikin. Rêbertî ne sosyalîstekî devkî ye. Sosyalîzm ne yê ku wekî fikir an gotinek hîs dike û tîne ziman û ti pratîkê de ji dervey wê dimîne ye. Berovajî vê; Erê, yê ku gotinên xwe dipeyive ew e, lê yê sereke ew e ku bijî. Ya ku vê kêliyê hêjayî jiyanê dike ev e.
DI FERASETA SOSYALÎST DE TÊGIHIŞTINA ŞAŞ A DESTHILATDARÎ-DEWLETÊ
Gelek sosyalîst di navbera gotin-pratîkê de cudahiyê dikin. Qaşo gelek tiştan dibêje; prensîbên azadiyê, prensîbên parvekirinê, komunalîzma demokratîk û tiştên bi vî rengî… Lê dema ku dor tê pratîkê, hûn dibînin ku ew wek ezeziyên bûrjûwaziya biçûk dijîn. Jiyanên ji hev cuda, cîhanên cuda, milkên cuda, milkên taybet hene. Ew sosyalîzmê wek teorî pêş bînî dikin, wek gotinekê, wek axaftinekê pêşbînî dikin. Piştre dibêjin wê pêk were.
Qala Şoreşekê tê kirin; piştî şoreşê wê sosyalîzm çêbe. Tiştê ku jê re dibêjin şoreş, desthilatdarî ye. Dibêjin ger hûn desthilatdariyê bi dest bixin hûn dikarin weke sosyalîst bijîn, lê ger hûn nikaribin bibin desthilatdar hûn nikarin weke sosyalîst bijîn. Lê ji xwe desthilatdarî û sosyalîzm dijberî hev in. Desthilatdarî; sîstema berjewendî û mêtingeriyê ye. Sosyalîzm berovajî vê duzena parvekirin û piştevaniyê ye. Dema ku tu bûyî desthilatdar, ev tê wê wateyê ku hûn êdî ne sosyalîst in. Hûn ê bibin sosyalîstê çi? Desthilatdariya sosyalîst, dewlet nabe.
Di têgihiştineke wisa sosyalîst de xeletî hene. Şaşîtiya herî mezin a tevgera sosyalîst ew bû ku paradîgmaya hêz û dewletê weke amûreke ku prensîbên sosyalîzmê yên azadî, wekhevî, parvekirin û komunalîzmê bi cih bîne, dît. Ev xeletiya herî mezin a hemû tevgerên azadiyê yên beriya sosyalîzmê bû. Bi rastî jî di desthilatdariya xwe ya 5 hezar salî de destkeftiya herî mezin a hikûmet û sîstema dewletê ew bû ku hemû dijberên xwe weke amûra sereke qebûl kirin. Em dikarin wiha pênase bikin. Serkeftina wî ya herî mezin ev e. Beriya her tiştî ew xwe ji aliyê kesên ku herî zêde li dijî wî derdikevin jî qebûl dike. Dibêje, tu bi min re yî, dihêle ku tu bibêjî. Gava ku hûn wê amûrê wekî bingeha xwe bikar bînin, hûn ji xwe têkiliya xwe bi armancê re winda dikin. Amûr li gorî berjewendiyên xwe, ber dide wer. Hûn armanc û prensîban ji bîr dikin. Sosyalîzma reel jî wisa bû. Rêgeza azadiyê, rêgeza wekheviyê, prensîba demokrasiyê li aliyekê ma. Dewletê derbasî cihê her tiştî bû. Hegemonya derbasî cihê her tiştî bû. Di bin navê parastin û parastina Yekîtiya Sovyetê de hemû prensîb li aliyekî hatin hiştin. Dest ji hemû prensîban hate berdan. Her tişt ji hêla parastina Yekîtiya Sovyetê ve hate destnîşankirin.
RÊBER APO PIŞTÎ ŞOREŞÊ, SOSYALÎZM GUNCAW NEDÎT
Dema ku tu vê yekê li ser rêxistin û kes pêk bînî, ew dibe berjewendî. Hebûna hêza maddî tê wateya hebûna ezezîtiyê. Rêber Apo ne wisa ye. Wî her tim di asta herî jor de yekbûna armanc û amûr, teorî û pratîkê misoger dikir. Gotin û pratîka wî ji hev dû cuda nebû. Nebû kesayetek dualî. Sosyalîzm weke ku piştî şoreşê pêk were, piştî desthilatdariyê pêk were, nedît.
Sosyalîzmê dewletê çênake, desthilatdariyê ava nake. Sosyalîzm di kesayet de, di civakê de şênber dibe. Di esasê xwe de bi qasî ku hêza ramanê ye, tarzekî jiyanê jî ye. Ew prensîb û pîvanên jiyanê ne. Ji ber vê çiqas sosyalîst e; yanî, eger hûn bi azadî, li ser kanalên cuda, bi awayekî wekhev, bi awayekî komînal bijîn, wê demê hûn sosyalîst in; tu çiqas ji vê jiyanê dûr bibî, ewqas ji sosyalîzmê qut dibî. Ev prensîb esas girt.
Wek her kesî zêde behsa sosyalîzmê nedikir. Mînak gotina sosyalîst zêde bi kar neanî. Her tim zêde pesnê sosyalîzmê nedida. Ew bi pesindana wê têgînê nebû sosyalîst. Bi ferqkirina vê yekê, bi jiyandina wê, bi pêkanîna prensîbên sosyalîzmê li ku derê ne, di kesayeta xwe de, di koma xwe de, di hevrêyên xwe de, di rêxistinbûna xwe de jiyankirin; bi kirina propagandayê, di xebatên propagandayê de rêxistinbûn û di xebatên rêxistinî de şerê gerîlatiyê; wî ev yek bi pêkanîna şerê gerîla pêk anî. Ji ber vê yekê ew da jiyandin û li vir pêk anî. Tevahiya jiyana xwe li gorî rêgez û pîvanên sosyalîzmê jiya. Nebû kesê ku behsa sosyalîzmê dike, bû yê ku rastiya wê dijî.