LEÎPZÎG – Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Meş ku aliyê Rojava Solî Bundnîs ve hat lidarxistin, li qada Willy-Brand-Platzê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Di çalakiyê de li ser navê Rojava Solî Bundnîs, Gemeînsam Kämpfen Leîpzîg, Women Defend Rojava Leîpzîg ve Zora Leîpzîg’in daxuyanî hatin dayîn û peyamên Kongra Star û Kon-Medê hatin xwendin.
Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk li herêmên di bin rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi êrîşên hewayî komkujiyên sivîlan pêk tîne. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku avahiyên pêdiviyên bingehîn tên hedefgirtin û wiha hat gotin: “Li Rojava ku Kurdan bi berdelên giran destkeftî bi dest xistin, ji bo herêmê ji mirovan xalî bikin û guhertina demografîk pêk bînin, li dijî Kurdan komkujiyan pêk tînin. Em polîtîkayên dirû yên dewletên Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî ku li hemberî van komkujiyan bêdeng in, şermezar dikin.”
Di meşê de alên YPG-YPG, PAJK’ê hatin hilgirtin û jin û ciwanan bi hev re dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Faşîst Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Zap, Avaşîn, Metîna, bijî berxwedana gerîla“ berz kirin.