MEXMÛR – Xwêndekarên wargeha Şehîd Rustem Cûdî di berdewamîya pêngavê ku Tevgera Ciwanên Mexmûrê da bûn destpê kirin Name yê xwe ji bo Rêber Apo nivîsandin û di dibistanên xwe de avêtin sunduqê. 28’ê Tebaxa îsal li Wargeha Şehîd Rustem Cudî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngavek a name nivîsandinê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûre ya bi navê ‘JI BO RÊBER APO TU JÎ NAMEYEK BINIVÎSE’ hatibû destpêkirin.
Nameyên ku hatibune nivîsandin heta 9’ê Cotmehê di Saziya Malbatên Şehîdan avêtine nava Sunduqê û ev pengava Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo tu jî nameyek binivîse bi tevlîbûn a hemû pêkhateyê wargeha Mexmurê jî berdewam e. Xwendevanên wargehê ku di nava sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk a Mexmurê dixwînin jî bi nivîsandina name hest û hizirê xwe ji bo Rêber Apo parve kirin. Xwendevanan li Peymangeha Şehîd Kerîm Kato nameyên xwe avêtin nava sunduqê ku bi alên Rêbertî hatibu xemilandin.
Di serî de jî , Mamosta Beşîr Gabarî li kêleka xwêndevanan de axivî û diyar kir ku ev demek dirêje Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û wiha got: “Dijminê hov tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo dide meşandin. Ji bo em agahiyekî ji Rêber Apo bigirin hemû hewildanên gelê Kurd çêdibin, lê dewleta Tirk bi hovane li ser me de tê û nahêle em agahiyê jê bigirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev demek dirêje kampanyayek hatiye destpêkirin û ev kampanya di her alî de tê berdewam kirin.
Li Wargeha Mexmûrê jî wek gel, wek qada perwerdeyê em jî bi nivîsandana nameyên xwe beşdarî vê kampanyayê dibin. Armanca me ya nivîsandina van nameyen ewe ku em bêjin Rêber Apo tû ne bi tenêyî. Eger ev name bibe wesileya azadiya Rêber Apo wê hewildan û çalakiyên me hertim berdewam bike. Ji ber ku dil û mejiyê me bi Rêber Apo re ye, Rêber Apo li zindana Îmralî çawan jiyan dike. Em silav û heskirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”
Piştî axaftina mamosta Beşîr Gabarî, xwendemvanan bi rêzê ve nameyên xwe xistin di sindoqan de. Amara Bulut Berdevk a YXA(Yekitîya Xwêndevanên Azad) û Sîmar Kara yek ji xwêndekarên wargehê liser wate u grîngiya pêngava “Tu jî ji bo Rêber Apo Name binivîsîne” û naveroka nameyê kû nivîsandine bi ajansê me ya Nûçe Ciwan re axifîn.
Amara Bulut, liser grîngiya azadiya fîzîkî a Rêber Apo wiha axifî:
“Navê min Amara ye berdevkê xwêndevanên wargehê me. Weke xwêndekar em tevlî vê pêngav bûne û Em hêvîdarin ev pêngav tenê sinûrdarê wargehê de nemîne û bibe mala tevahî Kurdistanê.”
Sîmar Kara li ser wate u grîngiya pêngava “Tu jî ji bo Rêber Apo Name binivîsîne” wiha got: “Navê min Sîmar e min jî wek xwêndekarêkî li Wargeha Şehîd Rustem cûdî ji Rêber Apo re name nivîsî. Gerek ji 7 heya 70 salî ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo name binivîsînin û têkoşîn bilind bikin.”
NÇ/Delal Şoreş