NAVENDA NUÇEYAN – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 27`ê Tebaxê li bejahiya Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê, sûcdar û bazirganên narkotîkê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin. Operasyon 8`ê Îlonê bi dawî bû.
QSD`ê, 25`ê Îlonê daxuyaniyek dabû û bang “li tevahî çekdarên çûne herêmên serweriya rejîmê û yên destê wan di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de hene” kiribû ku bi hêzên wan re bikevin peywendiyê, rewşên xwe çareser bikin û vegerin herêmê.
37 ciwanên bajarokê Cidîd El Begara yê rojhilatê Dêrazorê banga QSD`ê bersivand û soz dan ku helwestên xwe yên berê dubare nekin.
Ciwanan bang li her kesî ku li dijî gel û hêzên leşkerî çek rakiriye kir ku vegerin herêmê, helwesta xwe sererast bikin û beşdarî parastina ewlehiya herêmê bibin.