NAVENDA NUÇEYAN – Bi duruşmeya “Bi rihê 27′ ê Mijdarê di riya Rûken û Sarayan de Serbixe Azadî ” em kovara Silava hejmara çaremîn a meha Cotmeh û Mijdarê ji were pêşkeş dikin. Meha Cotmehê meha komploya ku di şexsê Rêber APO de li ser hemû gelê Kurd bi armanca qirkirina gelê Kurd pêk hatiye. Di heman demê de meha Mijdarê ji bo me meheke pir girînge. Di 27’ê Mijdarê de 46’emîn Salvegera Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ji bo me tê wateya ji nûve vejînê, di vê rojê de biryara berxwedanekî mezin hate girtin.
Beriya 45 salan li gundê Fîs’ê yê Lîceyê di kongreya yekemîn de Partiya Karkerê Kurdistan hate avakirin. Di vê kongreyê de bi armanca li Kurdistanê têkoşîna azadiyê bilind bikin û vejînkirina netewê biryar hate girtin. Piştî bi sedan sal yekemîn gelê Kurd û Jina Kurd çek radike û gelê Kurd i beramberî pergala dewletê û zihniyeta zilamsalar şer dike. Her çiqas diijminê hov hewl dabe îradeya Jina Kurd û gelê Kurd bişkîne lê belê em di sala 2023’yan de 46’emîn salvegera 27’ê mijdarê pîroz dikin.
Xwendevanên hêja bi coşa pêngava 27’ê mijdarê em kovara Silava bi hejmara xwe ya Çaremîn a meha Cotmeh û Mijdarê ji we re pêşkêş dikin. Em di vê beşê de girîngiya meha vejînê a meha Mijdarê ji we re tînin ziman. Her wiha em serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşwazî dikin. Serhildana ku bi duruşmeya “Jin, Jiyan ,Azadî” dest pê kir û li seranserî cîhanê bandor kir. Di roja îro de jî li ser asta Rojhilata Navîn li Beyrûtê konferansa “Jin, Jiyan ,Azadî” hat lidarxistin, di heman demê de me jî weke Jinên Ciwan hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li Kurdistan û Ewropa da destpêkirin.
Xwendevanên hêja di kovarê de emê balê bikişînin li ser girîngiya vê hemleyê û nêrînên Jinên Ciwan ye derbarê vê hemlê de. Her wiha li ser salvegera 46’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê nivîsên bi nirx hatine amede kirin. Dîsa derbarê 31’emîn salvegera şehadeta Jina şoreşger Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karetaş ) de jî nivîs hatine amede kirin. Em hêvîdarin ku ev nivîsên me sûdmend bin ji bo we.
Heya hejmarek din li benda me bin.