QAMIŞLO – Encumana Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê îro li ber baxçeya Şehîd Avesta ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna dehan ciwan daxuyanîyekî li dijî Komployê Navnetewî û tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo piştgirîya hemleyê nû yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” dan.
Daxuyanîya Encumana Ciwanên Kurd wisa ye:
“Di dîroka 9’ê cotmehê 1998’an de komployeke qirêj di şexsê reberê gelan Abdullah Öcalan de bi destên hêzên hegemonik hate pilankirin, ev komplo hat serî di dema binçavkirina Rêber Apo di 15’ê sibata 1999 di paytexta Keniyayê de Nayrobî û radestkirina wî bo dewleta Turkiyê.
Ji sedemên sereke yên vê komployê ew in ku kesayetekî wekî Rêber Apo azadîxwaz û piştgirya wî ya ji bo hemû gelên Rojhelata Navîn bi demokrasiyê û azadiyê heye û bangên wî bi biratîya gelan jî, bi ser de jî negirêdanbûyîna wî bi hêzên desthilatdar. Her wiha, her tim derketina wî li dijî van hêzan û hemû hewldanên wî ji bo azadkirina gelê kurd û hemû gelên bindest, ev sedeman hişt ku hêzên imperyalîst Rêber Apo xeterîyekî li ser xwe bibînin û dest bi komplo kirin li dijî wî û xwestin di şexsê rêber Apo de jî gelê Kurd bidin tunekirin.
Lê îro ev 25 salin ku Rêber Ocalan di tecrîdekî giran de dijî û rastî binpêkirina mafên wî yên insanî tê û ev tecrîd di dema dawî de pir giran bû, ku rê nadin parêzvan û malbata wî ku wî bibînin û li vir em tekez dikin ku ev tecrîd li dij mirovî ye û dijqanûnî ye û li gorî ti qanûnên mafên mirovan nayê.
Her wiha em dibêjin ku ev tecrîda ku li dijî rêber APO heye tecrîdeke li ser gelê kurd û hemû gelên bindest û azadîxwaz e. Ji ber vê yekê di 10’ê cotmehê 2023’an de kampanyeke bi dirûşmeya “JI ÖCALAN RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ li ser asta nav netewî destpê kir.
Em wekî Encûmana Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê vê kampaniyê pîroz û silav dikin û em piştgirtiya xwe ji bo wê raber dikin û em tecrîda giran li ser rêber Apo şermezar dikin û bang dikin ku azad were berdan û çareseryekî demokatîk ji doza kurd re di Rojhelata Navîn de were dayîn û hemû kiryarên dewleta turkiyê li dijî rêber Apo û gelê kurd bêne sizadankirin û şermezakirin. Bangên me jî ji bo hemû jin, ciwan û gelên azadîxwaz re û bi taybetî gel, jin û ciwanên Rojhelata Navîn e ku tevilî vê kampanyayê bibin û piştgirî jê re bikin.”