MISÎR – Ciwanê ji Misirê Îslam Dif di axaftina xwe ya ku ji ajansa me ya Nuçe Ciwan re kiriye êrîşên li ser Rojavayê Kurdîstan şermazar kir û beramberê van êrîşan berxewedana gelên Rojava silav kir. Dîf her wiha hamleya ku “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” a ku ji bo azadkirina fizikî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin piştgiriya xwe da diyar kirin.
Axaftina Dîf bi vî rengî ye:
Dem baş, navê min Îslam Dîf e. Ez fîzîknas, nivîskar û çepgirekî ji Misirê me.
Destpêkê de ez dixwazim Însiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber APO silav bikim. Destpêkê ez berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriye û gelê wê yê ku li hember êrîşên Dewleta Tirk ku ev herêm rastî wan tê. Armanca vexwendina min li ser axaftina di derbarê komploya li ser Abdullah Ocalan e. Ser vê esasê ez Abdullah Ocalan silav dikim û silaveke taybet ji bo berxwedana jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriye û lehengên berxwedana Şêx Meqsûd, taxa berxwedanê ya ku peradîgmayeke girîng li ser asta sekna gelêrî û tecrûbeya tekoşîna li dijî rêxistinên desthilatdar rê dikim.
Ev êrîşên domdar ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, ranawestin û em dibînin ku civaka navdewletî yan jî saziyên navdewletî û ev hêzên emperyalîst ên ku serweriya xwe li cîhanê dikin bi rastî jî li ber van êrîşên ku ranawestin bêdeng mane û ev bêdengî tê wateya erêkirina ji êrîşan re ku di derheqê azadiya gelan de pêk tên.
Bi rastî jî divê em piştigiriyê bidin gelê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye a ku li hember êrîşên Dewleta Tirk li ber xwe dide. Her wiha divê em piştigiriya gelê Filistînê yê ku niha li Xezayê ji aliyê dagirkeriya Israîl a faşîst ve tê tunekirin bikin. Ji ber ku Israîl jî binpêkirinên navdewletî eşkere dike.
Em dema ku li ser salvegera komploya navdewletî li ser Rêber Abdullah Ocalan diaxivin. Bi rastî jî ev yek ji rûdanên ku li rojhilatanavîn dibin ne qut e. Ya ku li rojhilatanavîn diqewime berdewamiya vê komployê ye. Bi armanca ku tevgerên rizgariyê bên çewisandin, bi taybet Tevgera Azadiya Kurdî ya bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku tiştê balkêş di rastiya Abdullah Ocalan de projeya wî ya ku van hêzên cîhanî êrîş birin ser wê, bi rastî jî di tecrûbeya ku Abdullah Ocalan pêşkêş dike de ne tenê projeyeke girêdayî gelê Kurd an jî neteweke taybet e. Lê belê projeya Netewa Demokratîk çareseriya ji bo van hemû gelan û herêma Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê van hêzên cîhanî yên emperyalîst li dijî vê projeyê sekinîn. Şerê wê kirin û li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest bi pêkanîna komploya navdewletî kirin. Ji ber ku projeya wî ji hemû gelan re ye.
Ocalan tecrûbeyeke tekoşînê pêşkêş kir. Konsebt û girîngiyên mezin danî. Di nava van xalan de bi taybet jî girîngî da pirsgirêka ciwan û jinên ciwan. Vê yekê îdeolojiya Abdullah Ocelan ji îdolojiyên din cuda kir. Me rola tekoşînê ya jin û bi taybet jina Kurd di şerên rizgariyê de çi li dijî DAIŞʼê yan jî di hemû şerên li dijî çete û rêxistinên desthilatdar dît.
Komploya navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ket sala xwe ya 26’emin. Bi rastî em di rojhilatanavîn a aloz û di nava pêşketinan de dijîn. Em azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û em vê rewşa tecrîdê û rewşa kirîtîk ku Rêber Abdullah Ocelan li girtîgehên Turkiye dijî qebûl nakin. Azadî ji bo rêber Abdullah Ocalan re. Azadî ji bo her girtiyekî li cîhanê. Ji bo her kesekî doza gelê xwe diparêze. Ez insiyatîva azadiya ji bo Rêber Abdullah Ocelan re silav dikim,ez gelekî silav dikim û bi beşdarbûna bi we re pir kêfxwaş bûm.