NAVENDA NUÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî du (Duşemê 16′ê Cotmehê) du operasyonên ewlehiyê li bajarokê Şihêl ê gundewarê başûrê Dêrazorê li dar xistin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyonan de 4 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin û miqdarek çek û teqemenî hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di her du operasyonan de, 4 endamên şaneyê hatin girtin. Endamên şaneyê di karê qaçaxçîtiya çekan de çalak bûn. Çek, cebilxane û mayîn digihandin rêxistina DAIŞ a terorîst da ku kiryarên terorî li dijî hêzên me û saziyên sivîl pêk bînin û ewlehî û istiqrara herêmê têk bibin.′′
Li gorî daxuyaniyê çek û alavên leşkerî yên hatin desteserkirin ev in:
- Kilaşînkof: 1
- Bombeyên destan: 2
- Mayîn: 1
- Telefonên destan: 8
- Telefonên normal: 1
- Wî-Fî: 2
- Belgeyên kesayetî
- Hinek alavên leşkerî.