TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger têkildarî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo civînek li dar xistin.
Di civînê de li ser esasê rastiya komployê û armanca vê komploya dewleta Tirk a dagirker û welatên sermayedar û otorîter çi ne, Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Tebkayê ji bo ciwanên li gundan gelek civînên berfireh li dar xistin. Di kampan de ji ciwana re, têgeha komployê, armanca wê û welatên beşdarî vê komployê bûne hatin vegotin. Piştre sînevîzyonek der barê komployê de hat nîşandan û li kolanan sticker ku komployê vedibêje hatin belavkirin.