NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di encama êrîşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-Mamedanî ya li Şerîda Gazzeyê de herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku hejmara kesên li nexweşxaneya ku Îsraîlê li Xezzeyê lêxist dibe ku ji hezarî derbas bibe.
Îsraîlê her wiha dibistaneke girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya li Kampa Penaberan a El-Magazî ya li herêma navendî ya Gazzeyê ku mazûvaniya bi hezaran koçberan dike kir hedef. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.