TIL TEMIR – Îro li Til Temirê, Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurde re Çareserî” de, ji bo zanakirina ciwanan çalakîyekî belavkirina pirtukên Rêber Apo li darxist. Armanc ew e ku fikir û Felsefeya Rêber Apo belavî nav ciwanan û gel bikin ji bo ku civakê bikaribe xwe birêvebibe û xwe azad bike. Bi belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo, ciwanan ji şerê taybet ê ku rojane ji milê hêzên dagirker û împerîyalîst tê meşandin xwe diparêzin.