MEXMÛR – Derket holê ku wesayîta bombebarkirî ya li ser rêya navçeya Koye ji aliyê balafirên bêmirov ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve ya malbateke ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye. Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de ciwanê bi navê Dîlovan Îşlek şehîd bû û 3 jin jî birîndar bûn.
Cenazeyê Dilovan Îşlek bi şev anîn Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê. Cenaze ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.
Dilovan Îşlek wê sibê saet di 09.30’an de bi merasîmekê sewqî rêwîtiya dawî bibe.