MEXMÛR – Derket holê ku wesayîta bombebarkirî ya duh li ser rêya navçeya Koye ji aliyê balafirên bêmirov ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve ya malbateke ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye. Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de ciwanê bi navê Dîlovan Îşlek şehîd bû û 3 jin jî birîndar bûbûn.
Cenazeyê Dilovan Îşlek bi şev anîn Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê. Cenaze ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.
Dilovan Îşlek îro bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.