DERÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo didomîne. Ciwanên şoreşger vê carê li Dêrikê bi pirtûkên Rêber Apo û kovarên ciwanan stand vekirin.
Ciwanan bi standa ku vekirin, armanc dikin ku pirtûkên Rêber Apo bigihînin hemû ciwanên Kurd ên Rojava û bi vî rengî îdeolojiya Rêber Apo belav bikin.
Ciwanan jî diyar kirin ku ew pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi çalakî û xebatên bi vî rengî silav dikin. Hate diyarkirin ku ew ê di dema pêş de bi awayekî aktîftir tevlî tevgera ku Tevgera Ciwanên Şoreşger daye destpêkirin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê her tim têbikoşin.