MINBICÊ – Îro li navenda bajêr lihemberê tecrîta girankirî a li ser Rêber Apo û ji bo silavkirina pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” a ku ji bo fizikî azadkirina Rêber Apo hatibû destpêkirin bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bajarê Minbicê meşek hate lidarxistin.
Meşa bi beşdariya bi sedan ciwan û gel li gundê Osejleda destpê kir. Di meşê de alên wêneyên Rêber Apo hatin rakirin û pankarta bi zimanê Erebî “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” hate hilgirtin. Di tevahiya meşê de girseya gel bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ew jiyanek bê Rêber APO qebûl nakin û bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin da ku komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber APO de li dijî hemû gelê Kurd hatiye pêkanîn têk bibin.