NAVENDA NUÇEYAN – Piştî ku 15 enternasyonalîstên li Kurdistanê ji ber ‘sûcê’ beşdariya civîna çapemeniyê ya hiqûqî ya ji aliyê YSP’ê ve hatin girtin, 3 rojin di bin çavan de man. Di 14ê cotmehê de ew di dawiyê de vegeriyan welatên xwe. Di 18’ê cotmehê de 5 ciwanên xwendekar û karker ên Îtalî der barê binçavkirina wan a li Tirkiyeyê de civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Rojnamegerên gelek rojnameyên neteweyî (ANSA, Corriere della sera, L’Espresso, il manifesto,…) û parêzerek ku parêzerê Rêber Apo, beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Wan tiştên ku di gera xwe ya li Tirkiye û Kurdistanê de dîtine axivîn û bi taybetî jî hêza tevgera Kurd vegotin. Lucia, jina ciwan a ku beşdarî şandeyê bû, bnadorbûna xwe ji civaka Kurd wiha anî li ser ziman:
“Me hêza gelan dît ku her çendî bi dewletek ku bi berdewamî hewl dide wan tine bike jî dest ji avakirina pêkhateyên demokratîk bernadin. Ew bê rawestan in.’
Beşdarekî din jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava şermezar kirin.
Wan desteserkirina xwe ya li navendên binçavkirinê yên Tirkiyê, tundî û destdirêjiya ku li wan hatiye kirin vegotin. Yek jinên ciwan jî ev tişt anî ziman: “Li hemberî me tundiya fîzîkî û psîkolojîk jî bi kar anîn. Dema lêpirsîna me dikirin, carekê xwe wek psîkolog nîşan dan, lê ew polîs bûn. Gotin ku dixwazin derûniya me bibînin lê di rastiyê de lêpirsînek bû û xwestin der barê me de agahiyê bigirin.”
Rojnamegeran der barê tundiyê de gelek pirs kirin. Yek ji delegeyan got ku ji bo wê ya herî xerab ew bû ku hevalên wê di dema gelek lêgerînên bedenê de an jî dema ku bi tena serê xwe di hemamê de bûn rastî tacîzê û lêdanê hatin. Her wiha diyar kirin ku çawa dewleta Tirk her tim bi awayekî ku li ser laş gelek şopan nehêle destdirêjiyê li mirovan dike. Dîsa jî, li ser laşê wan hemûyan şopên birîn hene.
Wan ji çapemeniya Îtalî re eşkere kir ku: Tiştê ku hat serê wan, tenê perçeyek ji tiştên ku gelê Kurd, rojnamevan û çalakvanên siyasî her roj li Tirkiyeyê pê re mijûl dibin bû. Polîs û dewleta Tirk çawa wan îstîsmar kir, rastiya têkiliyên Tirkiye û Ewropayê derxist holê.
Ev gaveke din e ji bo eşkerekirina şîdeta dewleta Tirk a faşîst a li Îtalyayê. Çalakgerên ciwan diyar bûn ku heta ku faşîzm û şîdeta dewleta Tirk ji bo gelê Îtalyayê bibe zanîna hevpar, wê vê xebatê bidomînin.