AMED – YCWK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 18.10.2023’an saet di 23.20’an de li ser rêya Amed / Yenîşehîr Erganî li taxa Îplikê li dijî mala kesê bi navê Vedat firoşkarê tiryakê û hevkarê dijmin e çalakiyek li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
18’ê Cotmehê saet 23.20’an li Taxa Îplikê ya li ser rêya Amed/Yenîşehir Erganî li dijî mala firoşkarê tiryakê yê bi navê Vedat ku di heman demê de bi dijmin re hevkarî dikir çalakiyek li dar xistin. Em diyar dikin ku em ê hewldanên dewleta faşîst a ji bo jehrîkirina ciwanên me û dûrxistina wan ji cewherê wan her tim têk bibin û em dubare dikin ku em ê li her derê bersiva pêwîst bidin hikûmeta şerê taybet a AKP-MHP’ê. Hevkarên wan dê her tim bibin hedefa me.
Bijî YCWK
Bijî Serok APO!