QAMIŞLO – Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji doza Kurd re çareseriya siyasî” de, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên li navçeyê Tirbespiyê meşeke bi meşaleyan li dar xist. Meş ji pêşiya navenda perwerdeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber APO hatin hildan û pankartên bi nivîsên”Bimre hêzên komploger, bijî berxwedana Îmraliyê” hatin vekirin.
Meş li çerxerêya Azadî bi dawî bû, li vir endama Yekitiya Jinên Ciwan Cîhan Şêxmûs axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêber APO berdewama komploya navneteweyî ye.
Cîhan Şêxmûs anî ziman ku hêzên komploger xwestin di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê bi ramanên wî bawer in bikin hedef û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji tevahî cîhanê re dibêjnin em ê têkoşînê berdewan bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin û dagirkeriya li ser xaka xwe tune bikin.”
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
AMÛDÊ
Li navçeya Amûdê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşer meşeke bi meşaleya hat lidarxistin. Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê kir û li ber navenda ciwanên şoreşger ve bi dawî bû. Di meşê de wêneyên Rêber APO û meşale hatin hildan.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Medya Sadî daxuyanî xwend û got: “Armanc ji komploya navneteweyî ne tenê di şexsê Rêbertî de bû, lê belê armanc jê gel û têkoşîna jinan bû. Her çiqasî tecrîdê giran bikin îsrara me zêdetir dibe. Gelê ku bi hezaran şehîd dane wê têk neçe.”
Di daxuyaniyê de komplo û tecrîd hatin şermezarkirin û wiha hat domandin: “Em piştgiriya xwe bi pêngava cîhanê re radighînin ku li 74 navendan dest pê kirine. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em banga seferberiya giştî li ciwanan dikin. Em çalakiyên xwe berdewam bikin heta Rêbertiya xwe ji girîgeha dewleta Tirk a faşîst azad bikin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina komployê û banga xurtkirina têkoşînê bi dawî bû.