ŞEHBA – Di bin dirûşmeya “DÎWARÊ ÎMRALÎYÊ HILWEŞÎNIN, CENGA AZADÎYÊ SER BIXIN” de tevgera ciwanên şoreşger nameya şehîdên ku çalakiya Enqereyê li dijî artêşa tirk lidar xistine xwendin û perwerdeya çekê ji gel û ciwanan re vekir. Îro li navçeya Fafînê ya Şehbayê di bin pêşengtiya tevgera ciwanên şoreşger de civîn ji gel û ciwanan re hate lidarxistin û nameya şehîdên ku çalakiya fedayî li dijî artêşa dagirkeriya tirk li Enqereyê kirine hate xwendin.
Xwendina nameyê bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest pê kir, name ji aliyê endamê tevgera ciwanên şoreşger ve hate xwendin. Piştî xwendina nameyê bi dawî bû perwerdeya çekê hate dîtin,ev pêngav ji aliyê tevgera ciwanên şoreşger ve li seranserî Şehbayê berdewame.