NAVENDA NUÇEYAN – 2 sal berê Parlamentoya Katalonya di salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê de ku DAIŞ`ê wekî paytexta “Xîlafetê” îlan kiribû (20`ê Cotmeha 2021`an), bi awayekî fermî statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. Bi vê re Katalonyayê bû welatê yekemîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi mûnasebeta 3`mîn salvegera naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê ve, ji ajansa me re axivîn.
` BI VÊ GAVÊ RE DERIYÊ SIYASÎ Û DÎPLOMASÎ ZEDETIR VEBÛ`
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd anî ziman ku biryara Katalonyayê pir girîng e û wiha domand: “Vê biryarê hişt ku deriyê siyasî û dîplomatîk li pêşiya Rêveberiya Xweser zêdetir vebibe. Li ser vê mumkîne di demên pêş de gelek pêşketinên girîng çêbibin. Ev biryara Katalonyayê encama têkiliyên dîrokî yên navbera her du gelan de ye. Gelê Katalonya wekî gelê me êş kişandiye û ji bo mafê xwe yên rawa têkoşîneke demdirêj daye. Gelek xalên me yên hevbeş hene, bi taybet di aliyê têkoşîna demokrasî, mirovahî û azadiyê de ev têkiliyên me pêş dikevin. Helbet wê piştgiriya me ji bo doza gelê Katalonyayê berdewam bike.”
‘EM HEWL DİDİN TÊKİLİYÊN BİWELATÊN EREBAN RE XURTTİR BİKİN‘
Çiya Kurd, bal kişand ku hikûmeta Şamê û dewleta Tirk li dijî naskirina statûya Rêveberiya Xweser astengiyan çêdikin. Çiya Kurd diyar kir ku li dijî van astengiyan têkiliyên wan bi dewletan re di asteke bilind de didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîma Şamê û Tirkiyeyê qebûl nakin ku statûya herêmê bê qebûlkirin, dijminahiya wê dikin. Di heman demê ev her du rejim dixwazin her kesî bi xwe re bikin şirîk. Welatên Ereban û Rojhilata Navîn ji ber têkiliyên wan bi dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê re hene, di pêşxistina têkiliyên raste rast bi Rêveberiya Xweser re bi fikar nêz dibin. Heta astekê ev fikarên wan hatine şikandin û hewldanên me yên cidî hene ku têkiliyên xwe bi welat û civaka Ereban re xurtir bikin. Em dixwazin van têkiliyên heyî bibin astakê ku êdî Rêveberiya Xweser wekî projeyek fermî di aliyê siyasî de bê qebûlkirin û tevlî pêvajoya diyaloga siyasî ya ji bo çareseriya Sûriyeyê bibe.”
`PIŞTÎ BIRYARÊ DAN Û STANDIN XURT BÛN`
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li Ewropayê Ebdulkerîm Omer jî xebatên nûnertiyên Rêveberiya Xweser li Ewrupayê ji bo naskirina statûya xweseriyê nirxandin. Omer, diyar kir ku piştî biryara Parlamentoya Katalonyayê têkiliyên wan bi Katalonyayê re zêdetir bi pêş ve çûne û got: “Serdanên me li Katalonyayê çêbûn û yên wan jî li herêmên me çê bûn. Di serdana Katalonya de me gelek hevdîtin bi parlamanter û hikûmeta Katalonya re çêkirin. Di heman demê em çûne Madrîdê û me bi partiyên siyasî, komîteya tekliyên derve ya Parlamentoya Spanya re jî hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ser ziman.”
`NASKIRINA XWESERIYÊ DI ROJEVA PARLAMENTOYA BASKÊ DE YE JÎ`
Ebdulkerîm Omer, destnîşan kir ku piştî Katalonyayê hevdîtinên wan bi herêma Bask re çêbûye û da zanîn ku naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nîqaşên Paramentoya Baskê de ye jî. Omer, anî ziman ku ji bo naskirina statûya herêmê ji aliyê welatên Ewropa ve 5 nûnertiyên wan li Ewrupayê hene û got: “Danûstandinên me bi hemû dewletên Ewrupayê bi wezaretên karê derve, Parlamento, sendîka, partiyên siyasî, saziyên lêkolînê û saziyên civaka sivîl re wekî defacto di asteke baş de çêdibin. Ji bo van têkiliyan li Stokholm, Bruksel, Parîs, Berlîn û Cinevê 5 nûnertiyên me yên fermî hene. Dewletên ku me nûnertî lê venekirine li wir nûnerên me hene. Yek ji erkên van nûnertiyan û nûneran xebatên naskirina statûya Rêveberiya Xweser e.”