DÊRÎK – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrikê li Kampa Newroz a ku koçberên ji Serêkaniyê û Zirganê lê bi cih bûne, ji bo piştgiriya hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û bi silogana xwe “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” standekî bi pirtukên Rêber Apo li ber Navenda Meclîsa Jin vekirin. Armanca belavkirkna fikirê Rêber Apo di nava jinên ciwan de ye, ji bo ku bikaribin xwe nas bikin wek jin, bibin xwedî hêz di nav civakê de û pêşengtîya azadkirinê welatê xwe bikin.
Hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” di 10’ê Cotmehê de di asta cîhanî de hat ragihandin û îro jî, rêxistinên ciwanan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Heseke bi daxuyaniyekî çapemenî beşdarbûna xwe ya hemleyê dan nîşandan.