HESEKÊ – Ji bo piştgiriya pêngava cîhanê ya di 10`ê Cotmehê de bi dirûşma “Ji Rêber APO re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” dest pê kiriye û pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma “Ji Rêber APO re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî”, li gelek bajarên kantona Hesekê meş li dar ketin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navçeya Til Birakê ji pêşiya çerxerêya El Firin ya başûrê navçeyê ta çerxerêya Asayîş a li naverasta navçeyê, meşiyan.
Li çerxerêya Asayîşê, endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Birakê Efaf El Salih axivî û ji bo pêkanîna azadiya Rêber APO banga yekitiyê û hevgirtinê li pêkhateyan kir. Efaf, ji bo pêkanîna azadiya Rêber APO teqezî bi berdewamkirina çalakiyan kir.
Li navçeya Til Temirê jî, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dest bi çalakiya xwe kir û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO şermezar kir. Meşa ciwanan ku bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl, partiyan û xelkê navçeyê li dar ket, li dawiya kolana Şehîd Omer Baravî rawestî û veguherî mitingê.
Di mitingê de endama Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Nalîn Yunis axivî û tecrîda li ser Rêber APO şermezar kir.