KOBANÊ – Bi dehan ciwanên herêma Firatê daketin qadan û bi meşekê meşlayî piştgirî dan pêngava ′′Ji Rêber APO re azadî, ji pisgirêka Kurd re çareseriya siyasî”.
Meş ji qada Şehîd Egîd dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber APO hatin hildan û bê navber dirûşme hatin berzkirin. Meş li parka 19′ê Tîrmehê veguherî mîtîngê, deqeyeke rêz hat girtin. Piştre ji berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Hîlal Elî axivî û got: ′′Em jî wek ciwan tevlî pêngava azadiya Rêber APO dibin. Ev pêngav bi banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî li 74 navendan hatiye destpêkirin. Em wekî ciwan heta ku em azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger nekin em ê her li ser piyan bin.”
Çalakî bi dirûşma ′′Bijî Serok APO′′ bi dawî bû.