DÊRÎK – Di 30’êyemîn salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan de Yekîtiya Jinên Ciwan ya Dêrîkê bîranînekî li darxist. Li kampa Newrozê a ku koçberên ji Serêkaniyê û Zirganê lê bi cih bûne, bi beşdarbûna dehan ciwanan mûm hatin pêxistin û li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Sîdra Giro axivî. Sîdra behsa sekna şehîd Bêrîtan di nava refên gerîla de kir. Çawa wekê jinekê ciwan li hemberî îxanet û zihniyeta zilam lazime tekoşîn bike, şehîd Berîtan vê nişanê me kir. Wisa Şehîd Bêrîtan bû xet, bû mînak û bû pêşeng. Ji ber ku ewqas ji welatê xwe, ji azadî hez kir hazir bû canê xwe bide ji bo hedef û armanca xwe. Jinên ciwan dan diyar kirin ku şehîd Berîtan sembola tekoşîna hemû jinên ciwan e, wê hertim di bÎra me de be.