DÊRÎK – Endama Yekîtîya Jinên Ciwan a Dêrîkê Sîdra Giro bi Nûçe Ciwan re axivî li ser xebatê xwe yê rêxistinkirin û perwerdekirina ciwan, jinên ciwan û bi taybetî xwendevan di demê dawîyê de. Xebatê li ser esasê belavkirina fikirê Rêber Apo û tekoşînê li dijî bandorê kapîtalîzmê û şerê taybetê dijminê ku li ser ciwanan tê meşandin.
Endama Yekîtîya Jinên Ciwan a Dêrîkê Sîdra Giro wisa got:
“Navê min Sîdra ye, xebatê jinên ciwan li Dêrîkê dikim. Niha me milê xwe hemû da xwendevanan ji bo ku fikir û felsefeya Rêbertî nas bikin. Ji ber ku xwendevanên me û ciwanên me giştî ketin bin bandorê kapîtalîzmê, resmalî. Bandorekî li ser ciwanan zêde hatiyê kirin ji milê şerê taybet. Li ser vê esasî semîner hatin dayîn ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Apo nas bikin, xwe nas bikin û di nav civakê de xwe pêş bixin. Armancê me ji van semîner ew e ku bandorê kapîtalîzmê û resmalî ser xwendevanên were rakirin û di fikirê Rêbertî em xwe kûr bikin. Plansazîyê me di demê pêş de e ku em xebatê xwe hîn xurtir bikin û xebatê di milê hunerî de, helbestan de û sporê de di nav ciwan û xwendevan pêşbixin.”