MEXMÛR – Çiyayê Qereçox ê li pişta wargeha Penaberan a Mexmûrê, cihê cara yekem DAIŞ bi destê Gerîlayên Azadiyê hatî têkbirine. Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de hêzên Iraqê jî, pêşmergeyên PDK’ê jî çiyayê Qereçox û Mexmûrê bi tenê hêlan, lê piştî Gerîlayên Azadiyê aramî anîn herêmê, niha li ser şer dikin.
Êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bê navber berdewamin. Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî hertim di hedefa van êrişan deye. Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê bi berxwedan û sekna xwe ya dijî zilm û zordariyê tê nasîn. Xelkê penaber ê ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçbûyî, dîsa dibin êrişên dewleta Tirk deye. Tevî bi sedan km ji Tirkiyeyê dûre û dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî deye, lê hertim balafirên keşfê li ser digerin û tê bombebaran kirin. Li hemberî êrişan Neteweyên Yekbûyî û Iraq bêdengin, ji xwe Hikumeta Herêma Kurdistanê êrişan rewa dike!
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji sala 2017’an de bê navber berdewam dikin. Balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker di nava 10 rojan de sê caran xelkê Mexmûrê kir û bombebaran kir.
Di 7’ê Cotmehê de mizgeftek a Mexmûrê bombebaran kir û encamê de jinek û 2 zarok birîndarbûn. Di 13’ê Cotmehê de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk dagirker malek wargeha bombebaran kir û di encamê de jina bi navê Eyşê Mihemed Ehmed (50) birîndar bû û ziyanek mezin gihişte malên derdorê.
Herî dawî di 17’ê Cotmehê de li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû, 3 jin jî birîndar bûn. Dilovan di 5’ê Cotmehê de nîşanî bibû, dihat payîn di serê meha Mijdara 2023’yan de jî bizewice.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên ser Mexmûrê rewa kir
Di 14’ê Cotmehê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî ji Dengê Emerîkayê re axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê û Başûrê Kurdistanê rewa nîşan da.
Pêşewa Hewramî got: “Kampa Mexmûrê hinceta bombebarankirinê dide aliyên bombebaranker. Ger tevgerek a leşkerî li nava kampê nebe, Tirkiye ji aliyê din ê cîhanê nayê bombebaran nake. Nêrîna hikûmeta Herêma Kurdistanê zelal e, divê her du alî pirsgirêkan derbixin derveyê herêmê.”
Lê ya balkêş çi dema rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê dikin û bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker re dicivin, êrişên ku tên plankirin dijî Gelê Kurd, dikevin meriyetê. Piştî civînan hertim yan wargeha penaberan ya Mexmûr, yan Şengal yan jî Herêmên Parastina Medyayê têne bombebaran kirin. Ev yek her carê ispat dibe, ispata dawî jî herdu êrişên li ser wargeha Mexmûrê bû.
Di nava heftiyekê de Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn û Rêberê Komela Dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî, serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz û serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer serdana Enqereyê kirin û li gel rayedarên dewleta Tirkiye re civiyan.
Di roja civînê de êriş kirin
Di 7’ê Cotmehê de serokkomarê Tirk Erdogan ê dagirker, bi serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, serokê Hevpeymana Xezim Xemîs Xencer, berpirsê hêzên Heşdî Şeebî Falih Feyaz û çend berpirsên din yên Kurd, Sunî û Şîe re li Enqereyê civiya. Di civînê de ala Iraqê nebû, tenê ya Tirkiyeyê hebû.
Di dema civînên rayedarên Iraq û Kurd yên bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker re, liv û tevgera balafirên keşfê li ser wargeha penaberan a Mexmûrê jî zêde bûn. Di encama civînên bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re carek din wargeha penaberan bû hedefa êrişên hewayî.
NPG’ê xwe ji Mexmûrê vekişand
Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Di daxuyaniya NPG’ê de wiha hate gotin: “Rêveberiya tevgera me biryar da ku hemû hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişînin. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî zanibe ku hêzên me wezîfeya xwe temam kirine û êdî pêwîstî pê nemaye ku vê wezîfeyê dewam bikin. Di mijara vekişîna hêzên me yên parastina gel ji qada Mexmûrê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ti hêzê daxwazek nekiriye, bi temamî li ser bingeha fikir û biryara tevgera me hêzên me ji qadê hatine vekişandin.”
Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine, ji bo valehiya ewlehiyê çênebe xwe bi cih dikin.
Piştî vekişîna hêzên HPG’ê û bicihbûna artêşa Iraqê di cihên hatin valekirin de, di 21’ê mehê de şandeyek bilind a leşkerî ya Iraqê, bi serokatiya Serfermandarê artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarela li gel alîkarê operasyonan, fermandarê hêzên bejahî û rêveberê îstîxbaratê gihişte Fermandeya 14’an a li herêma Mexmûrê.
Hate ragihanidn ku serdana şandeya leşkerî ya Iraqê ya ji bo herêmê, ji bo ji nêz ve agahdarbûna ji rewşa emnî ya sînorê Mexmûrê û erkê artêşa li herêmê ye.
Şer û pevçûnên hêzên Iraqê û Pêşmergeyên PDK’ê
Duh (22’ê Cotmehê) di saetên êvarê de li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derketibû. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn. Di derbarê encama pevçûnê de walitiya Musilê agahî parve kir û got, şer di saet 16:30’an de di navbera pêşmergeyên PDK’ê û Firqeya 14’an ya artêşa Iraqê de rû da.
Di derbarê sedemê derketina şer de jî, walitiyê eşkere kir ku hêzên PDK’ê ji leşkerên Iraqê xwestine ku ew ji wan xalên ku berê di dest hêzên HPG’ê de bûn û piştî vekişîna ji Mexmûrê artêşa Iraqê lê bicih bûne, derkevin. Lê hêzên Iraqê vê yekê redkirine, devjenî di navbera wan de derketiye û piştre pevçûn çêbûye.
Li gor agahiyên walitiyê dane, di encama pevçûnê de pêşmergeyek PDK’ê hatiye kuştin û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûne. Her wiha ji artêşa Iraqê jî 6 leşker birîndar bûne û birîna du ji wan girane. Piştî şer, her du aliyan jî heta derengiya şevê hêzek mezin kişandin herêmê.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûr û Şengalê kir û hêzên Iraq û pêşmergeyên PDK’ê gel bi tenê li ber hovîtiya çeteyan hêla, gerîlayên HPG-YJA Starê li hewara gel hatin. Çeteyên hov cara destpêkê li Şengal û Mexmûrê bi destê Gerîlayên Azadiyê hatin şkandin. Hêz û îradeya Gerîlayên Azadiyê hem Iraqê hem jî Başûrê Kurdistanê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê parast. Îstîqrarî û aramiyê anî herêmê.