AMED – YCWK’ê (Yekitiya Ciwanên Welatparezên Kurdîstan) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 20’ê Cotmehê de li navçeya Amed Baglarê li dijî DEDAŞ’ê çalakiyek bi EYP li dar xistiye. Yekîneyên YCWK’ê diyar kirin ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, çalakiya xwe li dar xistine.
Daxuyaniya YCWK’ê wiha ye:
“20’ê Cotmehê saet 23.45’an de yekîneyên me yên YCWK’ê li navçeya Amed Baglar Îskanevlerî li dijî DEDAŞ’ê bi EYP’ê çalakiyek li dar xistin. Çalakiyên me di çarçoveya hemleya “Ji Rêber APO re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseri” berdewam dikin. Me destnîşan kir ku saziyên ku xizmeta hikûmeta faşîst a Komara Tirkiyeyê dikin û dibin amûrê polîtîkayên şerê taybet ên hikûmeta faşîst a Komara Tirkiyeyê ku bi êrîşên hovane li dijî ciwanên Kurdistanê pêk tîne wê hedefa me dê bin.
Destkeftiyên we yên ku hun ji axa Kurdistanê digrin û piştgiriya we ya di bin navê bacê de ji dewleta Tirk re ku bi awayekî hovane êrîşî gelê Kurdistanê dike, weke jenosîda Kurdan vedigere. “Em careke din tekez dikin ku em ti carî qebûl nakin û nahêlin dahatên ku we ji axa Kurdistanê û gelê Kurd bi dest xistine, weke guleyên bombeyan li gelê Kurdistanê vegere.”
Bijî Serok Apo
Bijî YCWK