NAVENDA NUÇEYAN – Wek peyv Enternasiyonal bi kurdî tê maneya navnetewî. -îzm ku pê ve ye, işaret dike ku teoriyek an jî sistemekê fikirî ye. Têgeha Internasiyonalîzm ji tekoşîna sosiyalîst derket û îfade dike ku tekoşîna azadîxwaz bi heremek an jî netewek re tenê sînordar nîne û ji bo ku ev tekoşîn serkefti bibe pêwistî bi hevkariyek global heye. Di dema derketina vê têgehê analîzen Karl Marks herî zêde esas hatin girtin û li gorî Marks bêşa civakê ku şoreşê pêk bîne çîna karker (proleteriyer) e. ‘Proleteriyer ji hemû welatan bibin yek!’ Bû slogana mezin a wê demê. Internasiyonalîzm li dijî netewperestiyê derket û nasnameya çîna bindest, jî nasnameya netewî zêdetir giring didît. Rêbaza desthilatê bi navê ‘perçe bike, rêvebibe’ bi enternasiyonalîzm tê vala derxistin.
Bê guman, tiştê ku têgeha enternasiyonalîzm ifade dike di dîroke de berî jî hebu, lê di sedsala 19’mîn ev wisa hat binavkirin. Berî vê jî îdeolojiyan û baweriyan hebûn, ku sînoran welatan derbaskirin û nasnameyek xurt afirandin. Ûmeta îslamiyetê dibe minakekî nêzik.
Di tekoşîna sosyalîst û anarşîst de gelek hewldanan avakirina rexistinekî cihanî çêbûne. Di sedsala 19’mîn de rêxistina Enternasiyonalîstê hat avakirin û di encama nakokiyên di navbera Marks û pêşengê anarşîzm Mikail Bakunin di mijarê desthilatê de ‘Internasiyonalî dijî desthilatdarî’ ji tê avakirin. Ji vê şunda di sosiyalîzm, anarşizm, feminizm hwd. de gelek rexistinên navnetewî bi şeklên cuda cuda tên avakirin. Ji asta bingehîn, wek kongreyan internasiyonalîst ku tê de niqaş çêdibin û tecrûbe tê parvekirin, heya asta herî jor, wek rêxistinkirina hêzekî çekdar a navnetewî, mînak di dîrokê de pir in.
Li kelekê hewldanan rexistinî, enternasiyonalîzm bi her awayî jî hatibû xistin pratîkê. Herî berbiçav, rojên weki 1’ê Gulanê û 5’ê Adarê her sal vê hevgirtina cihanî tîne ber çavan. Mînakekî din a pir bi rumet; şoreşa Kataloniya ya sala 1936 e ku tê de di demekê pir kin de bi deh hezaran mirov ji welatan dîn çek rakirin û tevli şer li dijî faşîzma Franko bûn. Berî ku Cezayire 1962’an de di şerekî pir giran de xwe ji metingeriya Fransa rizgar dike, taybet li Fransa û Almanya saziyek îlegal ava dibe ku desteka lojistîk û madî ji şoreşgerên Cezayire re dike.
Piştî şoreşa Kuba ku 1965 pêktê, hikumeta nû gelek tekoşînên li her derî cîhanê destek dike. Di şoreşa Angola ya 1974’an de hem bi cebxane, hem bi leşker pistgirî dide û hezaran şêhîdên a Kubayê di vê şoreşê de çêdibin. Giredayî mijara me, lazime ku em behsa şoreşgerê mezin Çê Guevara jî bikin. Bi xwe ji Arjantîn e, tevlî şerê şoreşgerî ya Kuba dibe. Dema şoreş pêk hat demek di nav hikumetê de cih digire, lê dîsa bi rê dikeve û tekoşina azadiya Kongo destek dike. Bi sedan hevalên xwe ji Kuba tîne û ew rolekî mezin di vê şerê de dileyizin. Heya di 9’ê Cotmehê 1967’an li Bolîviya tê şehîd xistin, di gelek tekoşînên li cihên cuda de keda wî ya mezin çêbû û ew wek şexs bû sembolekî internasiyonalîzm.
Di mijara enternasiyonalîzm de belkî tişta yekem ku tê bîra mirov raperîna ciwanan a 1968 e. Piştî şerê cihanê ya 2’em şoreşa Çîn û Kuba, rizgariya netewî ya Cezaire û taybet şerê Viyetnam hêviyek mezin avakirin û nîşan kirin ku guhertinên mezin mumkin in. Ji bo piştgiriya gerilayên Viyetnam bi miliyonan insan bin pêşengtiya ciwanan derketin kolanan. Wekî pêlek ku pêşîgirtina wî nîne ev rihê enternasiyonalîst belavî her derî bû û gelek rexistinên şoreşger di vê hewayê de avabûn. Bi gelek rêbazan û bi hevgirtinekî mezin pergala kapitalist hat tengav kirin. Li gor şert û mercên welatan cur bi cur tarzên gerilatî pêşketin. Li cîhên wek Filistin şoreşgeran ji her derî kom bûn û li wir taybet di warê leşkerî de perwerde dîtin.
Me tenê çend mînak bi nav kir, lê her yek ji wan û gelekên din bi tecrûbeyên mezin bi berdelên giran afirandin ku em îro dikarin sûdjêbigirin. Di milê din de jî sistêma kapitalîst ji her binkeftin û her tengazî ders derxist, şerê taybet pêşxist. Ji bo vê yekê wek ciwanên şoreşger, em çiqas dîroka wan tekoşînan lêbikolin ewqas em dikarin îro gavên xurt bavêjin.
PKK ku li milekî de di dewamiya pêla 68 de avabû ji destpêkê ve bi rihekî mezin a enternasiyonalîst tevgeriya. Hîn berî avabûna partî pêşengên me yên mezin wek Şehîd Haki Karer û Şehîd Kemal Pîr bûn mînak, ku di şopên wan bi hezaran şoreşger ji netewan din tevlî PKK bûn. Dema ku heval di salan 80’an de li gel Filistiniyan perwerde dîtin, di şerê dijî Israel de 12 Şehîdên PKK çêbûn.
Her ku tekoşîna azadiya Kurdistanê mezin bû, her ku PKK xwe ji nû ve afirand, enternasiyonalîzma PKK ji kûrtir bû. Lêkolînên heri kûr di dîroka tekoşîna azadiyê, tekiliyan bi rexistinên şoreşgerî li her çar aliyên cîhanê û tevlîbûna ji netewên cuda cuda bûn çavkanî ku paradigmaya Rêber APO nûbûyinên giring di fikira enternasiyonalîst de çêkir. Îro Paradigmaya Rêber APO nîşan dide ku ne tenê li Kurdistan, ne tenê li Rojhilata navîn, li giştî cîhanê alternatîfa moderniteya kapitalist dibe.
Nivîskar: Sîpan Vidanova