DERAZOR – Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma rojhilatê Dêra Zorê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li bajarokê Hecînê civînek li dar xist. Di civînê de şert û mercên ku jin û ciwan rastî tundiya civakî, malbatî, fîzîkî û derûnî tên, hatin nîqaşkirin. Her wiha zewaca di temenê biçûk de, windakirina nasname û hebûna jinê û neşandina keçan bo dibistanê bi hincetên urf û edetan hatin nîqaşkirin.
Piştî ku her kesî ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin, rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Rojhilat gotarên dewreyê xwend û bal kişand ser polîtîkayên zayendî yên li ser jin û zarokên keç. Piştre jî têkildarî şîdeta li ser jinê nîqaş û tevlîbûn hatin kirin. Hat diyarkirin ku ji bo dawî li zîhniyeta baviksalarî û fanatîzma civakî were divê di her cure nîqaş û civînên jin û zarokên keç re civînên bi vî rengî bên lidarxistin.