NAVENDA NUÇEYAN – Tecrîda giran li Imralî jî pir eşkere dixe ber çavan ku hêzên hegemon rol û giringiya Rêber APO ji bo tevahiya mirovahî pir baş dizanin û sebeba yekane ya vê Îşkenceya tecrîdê ev e ku desthilatdaran felsefeya Rêber APO hilweşandina xwe dibînin. Li milê din jî, tevlîbûna mezin a pengava ‘Ji Rêbertî re Azadî, ji Kurdistan re Çareserî’ îspat dike ku êdî ev giringiya Rêber APO li çar alîyên cîhanê de tê fem kirin. Lê jî piştgiriyên bi meş û daxuyaniyan zêdetir, wext hat ku em tekoşîna xwe bikin yek, Konfederalîzma Demokratîk a global ava bikin û sistema desthilatdar têkbibin.
Ji nirxandinên Rêber Apo di nava parêznameya Parastina Gelekî:
“Têkiliya bernameyê bi enternasyonalîzmê jî ji aliyê herêm û dunyayê ve were destnîşankirin. Rewşa Kurdistanê ya berçav bi dîrok, cografya û gelên Rojhilata Navîn re mîna goşt û hestî di nav hev de dijî. Ji lewra qebûl nekirina netewparêziyê watedar e. Di têkilî û nakokiyên Îsraîl-Filîstînê de netewparêzî esas e, lewma bingehê hemû felaket û çareser nebûnan e. Piştî ku li netewparêziyê ya dînî jî zêde dibe, felaket hînê mezintir dibe. Lê eger derfetên çareseriyeke demokratîk esas bihatana dîtin, xuya ye wê ji îro kêmtir êşê bihatana kişandin û wê ji nîzamê îro çêtir nîzamekê bihata danîn. Eşkere ispat bûye ku helwestên zêde dewletparêz, netewparêz, ne ku çareserî, polîtîkayên xeternak in. Li Kurdistanê jî eger heman ekolên netewparêz, dewletparêz, serdest bibin, wê ne yek, wê çar Îsraîl-Filîstînê derkevin holê. Ji vê, encamek divê em derxînin heye. Her wiha di dema nêz de pirsgirêkên Ermenî-Osmanî, Kurd-Komar, Ereb-Osmanî, Kurd-Iraq û di roja me ya îro de encamên pirsgirêka li Çeçenistan, Qerebax, Kosova û Qibrisê rê li ber vekirine, xuya ne. Ji bo rê li ber bûyerên xeternak venebin, rêya herî baş ew e ku di pirsgirêka Kurd de îmha, înkar û sernuxumandin nebe û bêyî ku bixîne rewşa parsekiyê, bi reformeke demokratîkbûyînê û aştiyeke ji dil û têkûz biwêribe gav werin avêtin. Formula giştî ya ji bo vê yekê me di rastiya Tirkiyê de analîz kiribû û bi hevpariya di xizmetên gelemperiyê û ewlekariya giştî de wek ‘dewlet + li Kurdistanê demokrasî’ formule kiribû. Em dikarin vê formulê li tevahiya Rojhilata Navîn bibirin.
Bi awayekî berçav em dikarin bibêjin; ‘demokratîkbûyîna li Rojhilata Navîn + nazikbûna dewletê ji bo demokrasiyê = ji bo Kurdistanê azadî ye.’ Kurdistana azad hînê zêde Kurdistaneke demokratîk e. Mirov dikare li gelemperiya dunyayê bi civînên Porto Allegre demokrasiyên herêmî bi platformên jornetewan bigihîne Kongreya Demokrasiyê ya Global a gelên cîhanê, yên navend-dewlet nînin. Wek encam, em dikarin ji bo dema pêş Kurdistana demokratîk > Federasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk > Kongreya Demokrasiyê ya Global wek sloganeke surnatîonal bi kar bînin. Mafên ferdî divê wek mafên mirovan karibin di bernameyê de cih bigirin. Pêwîst e mafên ferd ên raman, gotin û azadiya îradeyê di bin her şert û mercî de werin parastin. Ti dewlet, welat û civak ji bo berjewendiyên xwe nikare ferd ji azadiya raman, gotin û îradeyê bêpar bike. Divê xwegîhandina nuqteya optîmal a di navbera civakîbûyîn û ferdiyetê de armanceke bingehîn be. Azadiyeke civakî ya di azadiya ferd re derbas nebe û azadiyeke ferd a di azadiya civakî re derbas nebe, di dawiya dawî de neçar in wenda bikin. Mafên mirovan ên bingehîn bêyî ku êrîş bibe ser mafê civakbûyînê û bizanibe bêyî wê nabe, divê zêde ferdî, li derveyî civakê nebe û nekeve nav meylên zêde bêberpirsiyarî, naxwe watedar nabe.
Ne ku wek berê piştgiriyeke navnetewî, divê helwesteke jornetewan were nîşandan. Divê ne international be, pêwîst e supernational (jornetew, ji netew wêdetir) be. Divê mirov xwe bigihînin têkiliyek ji dîn, netew û çînan derbaskirî. Li ser van hîman dikare hem piştgiriya humanîzmê û hem jî ya kedê watedar bibe. Di bernameyê de divê têkiliya di navbera demokrasî û sosyalîzmê de pir eşkere were destnîşankirin. Sosyalîzm bi giştî bi gotina wekheviyê tê tarîfkirin; rêya wê jî di kollektîfkirina mulkiyetê de derbas dibe û bi vê têgihîştinê bû yek tişt. Têkiliya wê bi azadî û demokrasiyê re nekarî were danîn. Wer hat ziman ku hat gotin; têkilî tê danîn çawa tê danîn û bi kîjan sîsteman tê danîn girîng nîne. Ji ber vê yekê, di encamê de wek kapîtalîzma dewletê dejenere bû. Hem pêşketinên ezmûnî, hem jî yên teorîk baş nîşan dane ku heta azadî neyên jiyîn û demokrasî bi cih neyê anîn, wê xwe gîhandina sosyalîzmê jî nebe. Sosyalîzm bi destê dewletê nayê avakirin. Ta ji Sumeran bi destê dewletê gelek gavên kolektîfkirinê hatine avêtin. Tevgerên herî berfireh ên sosyalîzasyonê dewletan kirine. Di vê rewşê de divê em dewletê wek saziya herî mezin a sosyalîst bibînin. Ezmûna Sowyetê dewama heman meyla dîrokê ye. Ji lewra ya rast ew e ku mirov ji tevgerên wekhevî û xizmetên gelemperiyê yên bi destê dewletê re bibêje; sîstema patronaj durustir e. Di şûna efendî, 420 axayek û kapîtalîstekî de wek nasnameyeke hevbeş a hemûyan di cewher de heman rolê dilîze. Eger demokrasî herî hindik dewlet e û bi pêşketina demokratîk wekhevî tê bi destxistin, wê wextê mirov dikare behsa xwegîhandina sosyalîzma rastîn bike. Divê mirov ji bîr neke ku bêyî azadiyê ev yek nabe. Kengî wekhevî wek bêtehekumiyê bi azadiyê re bibe yek, mirov dikare wan wek soyalîzmê bike têgîn. Wekheviya bi darê zorê nabe sosyalîzm.
Ji lewra civaka bi kirinên demokratîk ên berfireh xwe gîhandibe azadiyê û bibe wekhev, sosyalîst e. Wek encam, ramana pêşnûmeyê ya bernameyê û sîstema teorîk a xwe dispêrê bi xetên sereke hat destnîşankirin. Têgihîştineke Bernameyê ya ji tesîrên dewletparêz û netewparêz hatiye kirin û veguherîneke civakî ya ber bi demokrasî, azadî û wekheviyê ve esas hatiye dîtin. Tevî ku bernameyeke lîberal nîne, roleke rastîn ji bo însiyatîfa ferdî nas dike. Di bernameyê de, di şûna îqtîdarê de otorîteya demokratîk, di şûna kontrolkirina civakî de azadî, di şûna piyasa lîberal a xwe dispêre meta û karê de parvekirin û li gorî qîmetê hilberandin, ferd û civakê li nuqteyeke optîmal digihîne hevdu û vê yekê wek xeteke bingehîn destnîşan dike. Eşkere ye, ev raman wek pêşnûmeyekê hatine pêşniyarkirin ji bo li ser were guftûgokirin, guhertin û zêdekirin.”