QAMIŞLO – Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di teqîna seyareyekê li nêzî Çarxerêya El Qiwetlî ya li ser rêya Kûrnîş a bajarê Qamişloyê de welatiya bi navê Remziya Altug şehîd bûye û kesekî din birîndar bûye.
Komîteyê got: “Şehîd Remziya welatiyeke Kurd ji Bakurê Kurdistanê ye, ji ber kiryarên neheq û binçavkirniên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Kurdên Bakur berê xwe dabû herêmên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Komîteyê diyar kir ku ew ê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad rêya şehîdan bişopînin.
Li gorî komîteyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Remziya Altug
Navê Dayikê: Şerbet
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Gever 1/5/1987
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişl 22/10/2023