TEBQA – Nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, rêxistinên civaka sivîl, partî, ciwan, bi sedan xelkê Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê tev li mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de, endama Rêveberiya Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Şeza El Elî axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Dûre bi navê Yekitiya Jinên Ciwan, hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Buşra Mihemed axivî û got: “Ji bo piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber APO, em mîhrîcana xwe li dar dixin. Ji bo me, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bingeha çareserkirina pirsgirêka kurd e.”
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqayê Macîde Kerîm wiha axivî: “Em lidarxistina mîhrîcanê ku bi pêşengiya jina ciwan û giyanê wê yê şoreşger û girêdana wê bi axê şewq daye, pîroz dikin. Jinên Ciwan hewl didin ku bi rêbazên afirandî vê mîrasê ragihînin nifşên din.
Her wiha bi nave Meclisa Malbatên Şehîdan berdevka Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Şehîdan a Tebqayê Ayat El Hebal got: “Ev Mîhrîcan ji bo me, serkeftin û pêşketin e. Her wiha ber bi civakeke demokratîk û azad ve bi pêşengiya jinên ciwan, gaveke mezin e. Şehîd Stêrvan roleke pêşeng lîstiye û di dilê me hemûyan de zindî ye.”
Piştî bidawîbûna axaftinan, komên beşdar weka Koma Şehîd Weid a Tebqayê, Koma Verjîn a Minbicê, Koma Hîlala Zêrîn a Stranan, Koma Hîlala Zêrîn a Cûdî, her du helbestvan Sîlva Mihemed ji Minbicê, Wesha ji Dêrazorê berhemên xwe pêşandan.
Di mîhrîcanê de çalakiyên din jî li dar ketin. Li dawiyê diyariyên sembolîk li ser aliyên tev li mîhrîcanê bûne, hatin belavkirin.