BEHDÎNAN – Îro 8 kesên ku ji ciwanên Kurd û Ereb pêk tên, ji bo slavkirina pêngava “ji Rêber Apo re Azadî , Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseri” a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Di 10’ê Cotmehê de li hemû cîhanê hatiye destpêkirin, tevlîbûna xwe di nav refên partî de dan diyarkirin. Ciwanan bi daxuyaniyeke çapemeniyê pêngava Azadiyê silav kirin û ragihandin ku ew tevlî fikir û felsefeya Rêber Apo bû ne.
Daxuyaniya Çapemeniyê wiha ye:
Em bi tevlibûna xwe di nava refên partî de tevlî pêngava ji bo Rêber Apo azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî didin diyar kirin
Dewleta Tirk a faşîst, bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê tecrîdê li ser Rêber APO giran dike, êrîşên xwe li dijî gelan zêde dike. Ji ber ku zîhniyeta faşîst a dewleta dagirker pêşketin, serkeftin, felsefe û jiyana ku Rêbertî giştî cihanê belavkiriye ditirse. Herî dawî li Rojavayê Kurdistanê ji bo armanckirina koçberkirina gel li dijî pêkhateyên sivîl êrîşên hovane hatin kirin. Bi taybetî li Kurdistanê ku dewletên dagirker mafê hebûna gelan înkar dikin, zilm û êrîşa li ser hemû kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin, pêktînin. Lê gelê Rêbertî careke din bi lehengiya xwe û hevrêtiya xwe ya ji bo parastina Şoreşê daket qadan, hêza xwe nîşan da û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bang kîr.
Her wiha li çiyayên azad ên Kurdistanê gerilayên qehreman li dijî êrîşên bêexlaqî yên dewleta faşîst a dagirker şer û berxwedanê dimeşîne û di helwest û berxwedana xwe de bi ser dikeve. Dewleta faşîst a dagirker 3 salan hewl da çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê dagir bike, lê bi berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê nekarî bigihîje armancê xwe û ew vala derket.
Em jî weke ciwanên Kurd û Ereb ên bi felsefe û îdeolojiya Rêber APO û PKK’ê tevli vê helwesta gel û gerila dibin û diyar dikin ku emê tevlî nava refên gerilayên azadiyê bibin. Di çarçoveya hemleya navneteweyî ya 10’ê Cotmehê “Ji bo Rêber Apo azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku ji bo azadiya fizikî a Rêber Apo hatiye destpêkirin em bi tevlibûna xwe vê pêngavê slav dikin.
Ji ber ku îro bi tenê rêya ku PKK û Rêber APO danî pêşiya me em dikarin dawî li êrîşên faşîzan ên li dijî mirovahiyê bînin. Em tevlî Rêber Apo dibin û em diyar dikin ku yekane rêya çareseriyê ku me bigihine serkeftinê ev rê ye.
Em di şexsê hevalên nemir yên Heval Erdal Şahîn û Heval Rojhat Zilan de, ji bo tolhildana her şoreşgerê ku canê xwe bexşî Şoreşê kir û tevlî karwanê nemiran bû, ji bo tolhildana êrîşên bêhuqûqî û bêexlaq ên li dijî gel, ji bo tolhildana 29 lehêngên ku êrîşên dawî de gihiştin şehadetê, li hemberê zihniyeta baviksalarî û mêtinger li dijî dewleta faşîst a dagirker çekên xwe bilind bikin û xeta fedaiyane ji xwe re hildibijêrin.
Ji bo proje û sîstema Netewa Demokratîk a Rêbertî têkoşîn û pêşde birin berpirsyariya ku dikeve li ser milê ciwanan, em ê bibin bersiv. Em bang li hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku rola xwe bilîzin û werin tevlî fikir û felsefeya Rêber Apo bibin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, şikandina dîwarên tecrîdê, ji bo pêşxistina neteweya demokratîk, em soza xwe radigihînin. Em soza xwe didin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin.
Werin em bi hevre jiyanek rast, bi reng û awazên xwe xweşîk û bi watê jiyan bikin.
Bijî Serok APO!
Bê Serok Jiyan Nabe!
Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye!
Bijî Partiya Karkarên Kurdistan!