PARÎS – Li Parîsê di 3, 4 û 5’ê Mijadara 2023’an de wê 1’emîn Konferansa Ciwanên Cîhanê bi tevlîbûna zêdetirî 60 rêxistin û 300 aktivîstên ciwan bê lidar xistin. Konferansa ku ji aliyê “Ronahî” û tora “Ciwanên ku Dîrokê Dinivîsin” hate organîzekirin, binesaziya xwe ji konferansên 2015 û 2019’an a li Amed û Kobanê digire. Bi konferansa 2023’yan re tê armanckirin ku konferans li hemû ciwanên cîhanê belav bibe. Konferans wê bi dirûşmeya “Em ê Dîrokê Binivîsin- Têkoşîna ciwanan a ji bo azadiyê nayê rawestandin” pêk were.
Di konferansê de tê hedefkirin ku ciwan li ser tiştên li cîhanê diqewimin agahdar bikin, tecrûbeyên xwe parve bikin, bibin aktorên aktîf, di siyaseta cîhanê de bibin xwedî gotin, li dora nirxên hevpar rêgezên xwe biafirînin û perspektîfên xwe pêş bixin. Wekî din, tê hedefkirin ku ew bi hev re nirx û prensîbên hevpar ava bikin û ciwan karibin perspektîfên xwe pêş bixin.
Di konferansê de azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr û alternatîfên li hemberî pergala kapîtalîst weke mijarên sereke derdikevin pêş.
Di civînê de mijarên, bi taybetî encamên ku jiyana rîberal û ciwan derketiye holê, têgîna zayendî, pirsgirêkên ekolojîk, faşîzm û mîlîtarîzm, perwerde, Di şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ciwanên Rojhilata Navîn, pirsgirêkên aborî, koçberî, dîroka ciwanan, enternasyonalîzm, azadî, pirsgirêkên ciwanan ên li civakên dagirkirî û gelên koçber û pirsgirêkên jinên ciwan wê bên nîqaşkirin.
TORA CIWAN DÎROKÊ DINIVÎSIN
Li gorî agahiyên ji organîzatorên Konferansa Ciwanan a Cîhanê Ronahî – Navenda Têkiliyên Bi Gel re ya Ciwanan û tora Ciwan dîrok dinivîsin( Youth Writing History), rêxistinên cuda yên ciwanan, di lêgerîna jiyaneke alternatîf a li dijî kapîtalîzmê, wêrankirina xwezayê û zexta zayendî de bûne yek.
Xweseriya ciwanên Tora Youth Writing History, rêgezên azadiya jinê û guhertina pergalê digire dest.
Ev tora gerdûnî, ciwanên ji qadên cuda yên têkoşînê yên weke parastina hawirdorê, bêîteatiya sivîl, perwerdehiya gel, aktîvîzma mafên mirovan, femînîst, çalakiyên li dijî kapîtalizmê yên sosyalîst, tevgerên gel ên têkoşîna parastina ax, çand û xwerêveberiyê dikin, tîne cem hev. Tora Ciwan Dîrok dinivîsin (Youth Writing History) der barê konferansa ku wê li Parîsê bê lidarxistin de got, “Armanca me vê carê ew e ku em konferansê li ser asta cîhanê pêk bînin.”
Hin rêxistinên ku dê beşdarî konferansê bibin ev in:
Arran (Katalonya) – Poder Popular (Arjantîn) – Ciwanên MSD (Sûriye) – YXK/JXK, Yekîtiya Xwendekarên Kurd – Anakbayan (Fîlîpîn) – Partiya Komunîst a Sûdanê – Retomada Aty Jovem (Gelên Guaranî û Kaiowa; Brezîlya) – Youth For Climate Fransa – Ernai (Welatê Bask) – Trinacria (Sîcîlya) – Middle East Youth Initiative – Lista Demokraticnega Studentstva (Slovenya) – Sosialistisk Ungdom (Norwêc), PEPS, Pour une Ecologie Populaire et Sociale (Fransa), Abahlali baseMjondolo (Efrîqaya Başûr).
Her wiha gelek delegasyon li ser medyaya civakî vîdeo parvekirin û ragihandin ku ew ê beşdarî konferansê bibin.
Tora Ciwanên Cîhanê prensîbên ku dê bingeha konferansê pêk bînin wiha rêz kirin:
Xweseriya Ciwanan: Bi armanca xurtkirina însiyatîf û perspektîfa her yekî, konferans wê ji aliyê ciwanan ve ji bo ciwanan bê lidar xistin. Weke ku di dirûşmeya konferansê de û di malpera wê de jî hatiye gotin: “Em nifşê dawî ne, însiyatîfa me wê çarenûsa me diyar bike”.
Azadiya Jinê – Jin, Jiyan, Azadî: Bi armanca têkoşîna li dijî zexta li ser jinê, konferans hewcedarî bi perspektîfeke hevpar a ji bo azadiya jinê dibîne. Armanca me ew e ku em bersivekê ji tundî, îstîsmar û objekirina jinên ciwan re bibînin, girêdanên di navbera jinên ciwan de xurt bikin û derfetê bidin wan ku nasnameya xwe ji nû ve bibînin. Torê vê têkoşînê weke bingeha hemû têkoşînên din dibîne.
Bernameya konferansê wiha ye: (Hûn dikarin li ser malpera YWH’ê xwe bigihînin agahiyên berfirehtir)
Roja Yekemîn – 03.11.2023
Sibe
• Rûniştina Vekirinê
• Ji çar aliyên cîhanê peyamên vîdyoyê hatine tomarkirin
Piştî nîvro
• Maseya Gilover- “Di lûtkeya qeyranê de – Têgihiştina cîhana îroyîn.”
Êvar
• Bernameya Çandî
Roja Duyemîn – 04.11.2023
Sibe
• Rûniştina Atolyeyê
Piştî nîvro
• Rûniştina Atolyeyê
• Semînera “Jinên Ciwan Dîrokê Dinivîsin”
Êvar
• Bernameya Çandî
Roja Sêyem – 05-11-2023
Sibe
• Maseya Gilover “Em ê Dîroka Jinên Azad Binivîsin”
Piştî nîvro
• Maseya Gilover “Ji bo Paşerojeke Azad – Avakirina Yekîtiya Ciwanên Cîhanê”
• Encam û Pêşkêşiya Dawî