MEXMÛR – Di nava 15 rojê de 3 caran ji aliyê balefirên bêmirov a Dewleta Tirk a dagîrker û qirker ve li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî êrîş û bombardiman hatiye kirin. Ev êriş bi sekna berxwedêr a gel û ciwanên wargehê ve vala hat derxistin. Di heman demê de Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkerekir ku hêzên xwe yên leşkerî ji wargehê vekişandine. Her wiha anîn ziman ku wargeh emanetî ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî hatiye kirin.
Yek ji endamê meclîsa ciwananên Mexmûrê bi navê Sîmar Turan li ser rol û mîsyona ciwanan di Wargeha Mexmûrê û berpirsyarîtiya ciwanan piştî daxuyanî ya Fermandarî a Biryargeha Navendî ya HPG’ê kû têde hatibû gotin ji vir şûnde erka parastina wargeh a Şehîd Rustem Cûdî dikeve li ser milê ciwanan. Di heman demê de erka ciwanan di pêngavê kû bi navê “Ji Rêber Apo re Azadî ji pirsgirêkê Kurd re çareserî” hatiyê destpê kirin çiye, bi ajansê me ya Nûçe Ciwan re axifî.
Hun wek ciwanên Mexmûrê rol û mîsyona xwe di vê pêvajoyê de çawa dinirxînin?
“Navê min Sîmar Turan. Ez ji Kampa Şehîd Rûstem Cûdî li Mexmûr me. Ez endamê ya meclîsa ciwanan im. Bi rasti van erişên dawi ya Dewleta Tirk di van 15 rojan de, 3 caran êrîşek li ser kampê kir. Di serî de em şehid Dilovan bi bir tinin. Herî dawî de jî, KDP çend karkarên kampê ji girtiye….
Bi mesaj û biryara ku Heval Murat Karayilan hezên HPG ji kampe vekişand, ev birastî bandorek mezin li ser kampê kir. Erkê xwe ya parastina cewherî, parestina cîvake û kampê danî li ser milê ciwanan. Heval got ku edî pêwîste ciwanan vê karê rêve bibe. Rastî lazime ciwanên ya kampa Şehîd Rûstem Cûdî karê xwe bike, peşbixine. Ji ber ev kamp bi hez û bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Heta niha li ser fikir û ideolojiya Rêber APO dimeşe. Em jî wek xwendekar fikir û ideolojiya Rêber APO dixwinin.
Şerê di navbera KDP û hezên Iraqî ku li çiyayê Qereçox derket, bandorek ne xweş li kampê kir. Heta dawî ciwanên kampê hazirbûn ji bo parestina kampê bikin. Em dikarin bêjin ku baweriya me heta dawî ku emê erkê xwe pêk binin û rewş bişopinin. Emê xwe rexistin bikin.
Wek xwendekarek ji Mexmûr û ji endemê saziya ciwanan, emê karê xwe peşbixin ji bo keda hevalên şehîdan li erdê nemine. Ewqas şehîdan ji kampê, li çiyayên Kurdistanê şehîd ketin. Ji bo civakek azad, zimanek azad em pewiste ji bo keda wan xwe peşbixinin. Civaka xwe bi parêzin, civaka xwe peşbixin. Zaten stratejiya me şerê gel a şoreşgeri ye. Em wek ciwan hêzên vê civakê, wek dinamizma ve civakê em pewiste rola peşengtî bilizin.
Me hemleyek da despekirin, ji bo ev tekoşin bilind bibe, ji bo ev civak azad bibe, em ji bo vê hamleyê kar bikin asta jor. Çikas lazime emê pek binin. Tekoşîn her ku diçe bilintir dibe. Niha 74 welatên cuda ji bo azadiye fizikî ya Rêber APO tevlê “Pengava Azadî” bûn û emê berxwe bidin û wê dijminê tek bibin.”