AMED – YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku saet di 00.55’an de li ser rêya Amed/Egîlê konteynireke hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê şewitandine. YCWK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Stargeh û pêkhateyên ku pergala qirkirinê pêk tînin, wê her dem û li her derê bibin hedefa me.”
Daxuyaniya YCWK’ê wiha ye:
“Yekîneyên me yên YCWK’ê di 26.10.2023’an de li ser rêya Amed/Egilê konteynirek a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi şewitandinê îmha kirin. Yekîneyên me diyar kirin ku ev konteynir ji aliyê cerdevanan ve bi awayekî çalak hatiye bikaranîn. Hêzên kolonyalîst ên faşîst dixwazin xwe biparêzin û li seranserê welatê me bi avakirina stargehan ji xwe re pergala îstîsmarê bidomînin. Ne tenê meşrûiyeta wan nîne, navenda polîtîkayên qirkirinê ne. Ji ber vê yekê sitargeh û pêkhateyên ku pergala qirkirinê pêk tînin, wê her dem û li her derê bibin hedefa me.”
Bijî Serok Apo
Bijî YCWK