NAVENDA NÛÇEYAN
Jina ciwan a bi navê Armîta Girawend a Kirmanşahî, li paytexta Îranê Tehranê ji berku qebûl nekir hîcab bide serê xwe, hêzên rejîmê êrişî Girawend kirin û di encamê de kete komayê. Li gor çapemeniya Îranê ragihandî, Armîta piştî mana 28 rojan di nexweşxaneyê de, jiyana xwe ji dest da.
Roja 1’ê Cotmehê Jina ciwan a bi navê Armîta Girawend (16) a xelkê bajarê Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku hîcab bide serê xwe. Li ser vê yekê hêzên rejîmê êrişî Girawend kirin û di encamê de kete komayê.
Ev 28 roj bûn Armîta di nexweşxaneya Fecir a li Tehranê de di beşa komayê de bû.
Li gor çapemeniya Îranê ragihandiye, jina ciwan Armîta vê sibehê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.