HESEKE – Sempoziyum, bi silogana “Emê bi Rêbazên Sosiyolojiya Azadiyê Pirsgirêkên Ciwanan Çareser Bikin” û di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 bajarên cîhanê dest pê kir, wek encamê xwendina parêznameyê sêyemîn ê Rêber Apo “Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê” li hemû qadan tê li darxistin. Nûnerên Înîsiyatîfa Azadiya ji bo Rêber Apo ya Sûriyê, Akademîya Zanîstî yê Rêber Apo û Komîteyê Jineolojî jî beşdarî sempozyum dibin. Piştî deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê, sempozyum bi axaftina berdefkê Înîsyatîfa Azadiya ji bo Rêber Apo ya Sûriyê Ferzende Munzur dest pê kir.
Ferzende Munzur behsa jiyan û tekoşîna Rêber Apo û bandorê wî li tevahî cîhanê. Munzur diyar kir ku fikirê Rêber Apo çareserîyekî ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo şoreşê navnetewî da pêş û ku her ku diçe zêdetir hereketên û mirov ji her çar alîyên cîhanê piştigirîya fikirê Rêber Apo dikin û bangawazîya azadkirina wî ya fîzîkî dikin.
Di sempozyûmê de wêneyên Rêber APO hatibûn hilgirtin, pêşangehek ji pirtûkên Sosyolojiya azadiyê hatibû lidarxistin sînevîzyon li ser jiyana Rêber APO hat pêşandan. Sempozyûmê bi beşdarbûna 150 delegeyên ji Yekitiya Jinên Ciwan, Ciwanên Şoreşger, ciwanên Ermen dest pê kir. Peyamên ji ciwanên ji Misir û xwendekarên Kurd ku li Ewrûpa koçber bûn hatin nîşan dan.