TURÎNO – Ciwanên enternasyonalîst diyar kirin ku Rêber APO 25 sal in di pergala îşkenceya Îmraliyê de bi awayekî fizîkî tê ragirtin û diyar kirin ku Rêber APO di civaka Îtalyayê de cihekî girîng digre.
Roma û gelek bajarên derdorê hê jî xwepêşandan û serhildanên girseyî yên dema komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi bîr tînin. Ciwanên Îtalyayê heta niha diyar kirin ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û azadiya Kurdistanê li cem gelê Kurd in. Bi armanca agahdarkirina civaka Îtalyayê ji rewşa Rêber APO, ciwanên enternasyonalîst di 27’ê Cotmehê de li nêzî Zanîngeha Torîno ya Îtalyayê festîvalek li dar xistin.
Her wiha ciwanan di konserê de bi pirtûk û broşurên Rêber APO yên li ser pergala îşkenceya Îmraliyê stand vekirin. Di vê atmosferê de li ser girîngiya Rêber APO ya ji bo çareseriya rewşa gelê Kurd û tevahiya Rojhilata Navîn bi kesên têkildar re gelek axaftin hatin kirin.
Di heman demê de tevahiya rojê dîwarekî ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikir hat xêzkirin.
Di dawiya festivalê de konserek hat lidarxistin û du kom derketin ser dikê. Di konserê de di çarçoveya pêngava nû ya bi dirûşma “Azadî ji Rêber APO re, ji Pirsgirêka Kurd re çareserî” hate organîzekirin, banga tevlîbûna çalakiya 11’ê Mijdarê ya ji bo azadiya Rêber APO li Torîno hate kirin.